Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 581an de li kolana Sakarya ya li Enqereyê daxuyanî da. Komê pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” dinivisîbû vekirin û bê navber dirûşmeyên “Tecrîd îşkence ye bila bi dawî bibe” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” berz kirin. Rêveberê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Bariş Barişik daxuyanî da. Bariş Barişik di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozelmali ku di Girtîgeha Sîncanê de ragirtiyê û tevî 30 sal “cezayê” wî qedyayê jî nayê berdan.
Bariş Barişik diyar kir ku girtiyê nexweş Kemal Ozelmali pêdiviyên xwe bi tenê serê xwe nikare dabin bike û wiha got: “Kemal Ozelmali bi alîkariya hevalên li cem wî dikarê pêdiviyên we dabin bike. Nexweşiyên wî yên weke Alzheimer, hepatit, kêmbûna gurçikan, prostat, mîde û çavan heye. Tevî vê yekê jî bi salan ê nikarê bigehêje mafê tenduristiyê. Kemal Ozelamli tevî 30 sal in di girtîgehê de ye jî nayê berdan. Divê Kemal Ozelmali demildest be berdan û bi awayekî rêk û pêk li nexweşxaneyeke be derman kirin. Di van şert û mercan de dilgirtina Kemal Ozelmali li dijî hiqûqê û mirovahiyeyê.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
