Endamên Koma Amed, ku dê îşev li Parka Newrozê ya li Amed konserekê bidin, serdanên xwe didomînin. Endamên komê duh tevahiya rojê bi nûnerên komeleyên ziman û çandê re civiyan û êvarê serdana malbata xwendekara Zanîngeha Yuzuncuyilê (YYU) ya Wanê Rojîn Kabaîş ku di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da kirin.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û Peyasê jî di serdanê de bi endamên Koma Amed re bûn.
Endamên komê xemgîniya xwe bi malbatê re parve kirin, di heman demê de siyasetmedaran soz dan ku ew ê hewldanên xwe yên ji bo ronîkirina mirina bigûman a Rojîn Kabaîş û darizandina sûcdaran bidomînin.
