27 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava aloziya tevgera şêwekariyê

Ciwan Nebî

Li Rojava şêwekarê/a kurd bêhtirî veguhestinê tiştekî din nake. Wiha di karê xwe de digihîje, bi tabloya xwe ji me re dibêje, bi me re dide û distîne, weke ku em kesên wergir dîmen nebînin, em kor in. Ev e danasîna me weke kesên wergir, lê em korên kêliya afirandinê ne

Li Rojava di aloziya tevgera şêwekariyê de, em neçar dibin ku berê xwe bidin têgihiştina berhemdarên wê ji stûbariya hunerê re. Mijar li vir e, bi salan e ku tabloyekê em kêfxweş nekirine, helbestekê jî. Wê kesek bibêje ‘lê em ji helbesta kurdî fêr bûne vê yekê’, berovajî dîmenê şêwekariyê ya kurdî li Rojava, ku berdewam rewşên bilind bi xweşikbûnê pêşkêş dikirin, sînorên xaknîgariya tabloya xwe derbas dikirin, ber bi sînorên cîhanê ve.

Ev ne bilindbêjiyek e, ne jî lihevanîneke gotinan e. Bi nêrîneke danberhev a di navbera rewşa tevgera şêwekariyê ya duh û îro de, em paşdemayînê dijîn. Ne tenê di şarezayiya teknîkî de, lê di dîtinê de, di pirsa nameya tabloyê de, di wê kêliya behitandinê de li hemberî rengan… Weke ku şêwkarê kurd bi çêkirinê mijûl bûbe li cihê wateyê, dûrî hanederê pêşî yê kar e: Pêdiviya ji bo gotina tiştekî ku tenê bi xêzan, bi rengan tê gotin.

Şêwekarê kurd di gera xwe de -heger bigere- kesekî bi qasî xwe ji xwe naxe, winda nake, kesekî bi qasî nasnameya xwe ya hunerî, ya afirînerî. Ev çend sal in ku şêwekarekî/ê, bi nasnameyeke cuda, xwe û tabloyên xwe pêşkêş nekirine; nasnameyek bi taybetmendiyeke cuda nehatiye dîtin, bi rengên cuda, bi awayên cuda…

Di pêşengehan de, di mihrîcanan de, em her rastî heman hewildanan tên; guhestina dîmenan, bi heman awayê kamerayê, bêyî ti nêrîn, ti dîtin, bi ser de xistina dîmenên kamerayê bixwe jî ji xweşikbûna wan.

Li Rojava şêwekarê/a kurd bêhtirî veguhestinê tiştekî din nake. Wiha di karê xwe de digihîje, bi tabloya xwe ji me re dibêje, bi me re dide û distîne, weke ku em kesên wergir dîmen nebînin, em kor in. Ev e danasîna me weke kesên wergir, lê em korên kêliya afirandinê ne. Li vir karê afirîner, di şîroveyê de hewce ye ku ber bi du hewildanan ve biçe: Veguhestina dîmenê li ber çavan, bi dîtin, nêrîn, nasname û şîroveyekê, girtina dîmenê ku em nabînin. Şêwekarê kurd tenê dîmenê li ber çavan vediguhêze; bêyî nasnameyeke hunerî û bêyî helwestekê.

Gelo sedem ev e ku tablo nema me kêfxweş dike, nema me behitî dihêle, nema me aciz dike, di rewşên xwe yên herî lewaz de? Tabloya bêlayen, bêdeng, bêhewildan; tabloya çîrokeke xwarî û vexwarî.

Duh tevgera şêwekariyê ya kurdî di cengekê de bû. Bi bîrdankeke şikestî re, hewil dida bi rengan wê çaksaz bike. Ez hertim li hêviya wê kêliyê me ku li gel dostan rêyên di navbera bajarên me de derbas bikim, li aliyên me zeviyên genim, bi pêlên xwe, li gel razên bahozan û li ser wan di tabloyên şêwekarên Rojava yên berê de biaxivim. Dîmenên bisaw, bi xweşikbûna xwe ku ji her kesî re li ser comerdiya vê axê diaxivin; bedewiya Rojava, xemgîniya wê dema xatir ji deryayên zeviyan dixwest.

Îro li Rojava tabloya şêwekariyê ya kurdî tenê ber bi kopîkirina wêneyan ve diçe. Wêneyên ku tiştên dixwestin gotin, nameya xwe gihandin, tabloyên ku di vê yekê bixwe de jî têk diçin.

Zexeliyek heye, lihevhatinek bi zexeliyê re ku di heman demê de wergirê xwe vediguhêze heman rewşê. Lihevhatinek bi wê yekê re heye ku şêwekar kar dike, tenê ji bo nîşandanê, ne ji bo bibêje, ne jî ji bo bipirse, yan ji bo guhertinê.

Ez bawer im îro pêdiviya me ne bi hejmareke bêhtir ji şêwekaran heye, yan jî pêşengehan. Lê bi şêwekarekî/e wêrek ku danpêdanê bi valahiya heyî bike, li ber raweste. Pêdiviya me bi tabloyekê heye ku wan hestan li me vegerîne ku xweşikbûna kurdî ne tenê ji bo xemilandinê ye. Lê pêwîstiyek e, qîrek e, şîfreyek e ku bi hemî zimanan tê xwendin.