28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Endamên Koma Amed çûn serdana saziyên çand û ziman

Endamên Koma Amed li Amedê serdana saziyên çand û huner û zimanê kurdî kir û li ser çand û hunera kurdî li fikrên hev guhdarîkirin.

Koma Amed ji bo di 25ê cotmehê de li Qada Newrozê konserek li dar bixe, piştî 30 salan duh hat Amedê. Endamên komên ji duh ve serdana sazî û dezgehan dikin. Hatina endamên komê bi kêfxweşî û kelecanî tên pêşwazîkirin. Konsera dîrokî ya Koma Amed bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Peyasê û Sanatça Organîzasyonê ve dê pêk were.

Endamên komê duh serdana şaredarî û Amedsporê (Amedstore) kiribû. Endamên komê îro jî serdana saziyên çand û hunerê û ziman ên li Amedê kir. Endamên komê ewilî serdana Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), Ma Musîc Center, Zarok Ma û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) kir. Di serdanan de stranên Koma Amed hatin gotin. Her wiha endamên komê û rêveber û xebatkarên saziyên çand û ziman li ser pêşketin û dewlemendiya çand û hunera kurdî li fikrên hev guhdarî kirin.

Her wiha endamên komê çûn ber Minareya Çar Ling a li Sûrê û qerenfîlan danîn şûna ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî lê hatibû kuştin û ew bibîr anîn.