28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li rojnameger Oznur Deger lêpirsîn hat vekirin

Ji ber parvekrina nûçeyek têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîş derheqê rojnamevan Oznur Deger de lêpirsîn hat vekirin. 

Derheqê Midura Nûçeyan a JINNEWSê Oznur Deger de, ji ber nûçeya bi ser neva “Îdiaya bêlêkolîn: Erkdarekî ewlehiyê reviyaye derve”  ku li ser hesabê xwe yê X’ê parvekiribû, lêpirsîn hat vekirin. Deheqê Oznur Deger de bi îdiaya “agahiyên şaş di nava gel de belav kiriye” lêpirsîn hat vekirin. Oznur Deger tevî parêzerê xwe li Serdozgeriya Komarê ya Qoserê îfade da.

Oznur Deger diyar kir ku ew rojnamevan e û di nûçeya wê de ji sernavê zêdetir agahî hene û divê gumanên li ser erkdarê ewlehiyê bên lêkolînkirin. Oznur Deger destnîşan kir ku divê guman û delîlên di nûçeyê de bên lêpirsînkirin û diyar kir ku ew dixwazin ku biryara nehêniyê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê bê rakirin.