27 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Teşhîsa zû jiyanê diparêze

Li gor WHOyê heta sala 2024an, her sal li çaraliyên cihanê 2.3 milyon jin bi pençeşêra pêsîran re rû bi rû mane. Ev tê vê wateyê ku di her 14 saniyeyan carekê de jinek bi nexweşîna pençeşêra pêsîran dikeve.

Her sibeh, dema ku em li neynikê dinêrin, piraniya me li ser rûyê xwe pizrikek, şeklê porê xwe, yan jî xelekên tarî yên di bin çavên xwe de dibînin. Lê ger rojekê, dema ku hûn di pêsîra xwe de hişkbûnek an jî cudahiyek neasayî bibînin?
Ew cudahiya piçûk dikare rêça jiyana we biguherîne.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), heta sala 2024an, her sal li çaraliyên cihanê 2.3 milyon jin bi pençeşêra pêsîran re rû bi rû mane. Ev tê vê wateyê ku di her 14 saniyeyan carekê de jinek bi nexweşîna pençeşêra pêsîran dikeve.
Carna hejmarên ku tên diyarkirin ji bo me ne xwedî ti wateyekê bin jî, dema kesek ji nêzê me bi vê nexweşînê dikeve wê demê mixabin em neçar dimînin ku vê nexweşînê ji nêz ve nas bikin û wate bidin hejmaran.
Di nav civakê de der barê vê nexweşînê de agahdariyek baş nîne. Wek gelek tiştan em ji bo hişyarkirina hin tiştan rojan an jî hefteyan diyar dikin. Lê ev agahdariyên sînorkirî nikarin me ji nexweşînan biparêzin. Ji bo ku em dikaribin bedena xwe û derûniya xwe biparêzin divê guhê me tim li bedena me be ku em bikaribin di dema herî guncav de pêşî li hinek tiştan bigirin.
Pençeşêra pêsîran nexweşinek e ku dikare bê dermankirin lê heke ku zû bê teşhîskirin. Lêkolîn nîşan didin ku rêjeya saxmayîna ji bo kansera pêsîran a qonaxa destpêkê ji sedî 90 zêdetir e. Ev rêje di qonaxên paşîn de bi awayekî berbiçav dadikeve. Lê belê, tişta ku ji bo teşhîsa zû hewce ye pir hêsan e: Guh bidin bedena xwe.
Tenê ji 20 jinan yek jê bi rêkûpêk muayeneya xwe ya pêsîran dike. Lê belê, ev tedbîra herî bilez û hêsan e. Carna hînbûnên biçûk jiyana me xilas dikin. Ji ber vê yekê divê em kontrolên xwe tim bikin. Du deqeyên di serşokê de, kontroleke mehane ya birêkûpêk, mamografiyeke salane. Parastina ji nexweşînê ewqas hêsan e.
Lê mixabin ji ber rolên ku jin di nav civakê de neçar dimînin hilgirin rê nadin wan ku bikaribin bixwe re eleqedar bibin. Ji ber ku jin di nav civakê de pêşiya jinbûnê dê, xweşk, hevjîn û keçên hin kesan in. Dema jin van rolên xwe pêk tînin nikarin ji bo xwe dem veqetînin. Herwiha nehiştina xwendina jinan û zehmetiya xwegihandina agahiyan rê li ber pêşîgirtina teşîskirina nexweşînê digire.
Dîsa ji ber ku pêsîr wek lebateke cinsî tê dîtin û lebatên cinsî wek tabû tên dîtin, jin şerm dikin ku xwe kontrol bikin an jî biçin bijîşk. Jixwe li gelek cihan jî çûyîna bijîşk a jinan di bin kontrola mêran de ye.
Jinên ku bi vê nexweşînê re rû bi rû mane bi ruhê xwe yê têkoşer li ber xwe didin. Ji ber vê yekê hûn dikarin şewqa jiyaneke duyemîn di çavên jinên ku mûcîzeya teşhîsa zû dijîn de bibînin. Dibe ku porê wan an jî birûyên wan di pêvajoya tedawiyê de weşiyabin. Lê di çavên wan de hêzek jiyanê heye, ji ber ku ew bi mirinê re rû bi rû mane lê mirinê ew têk birine.
Penceşêra pêsîran ne tenê laşê jinan, lê di heman demê de giyanê wê jî diceribîne. Ji ber vê yekê, şer ne tenê bi piştgiriya bijîşkî lê di heman demê de bi piştgiriya psîkolojîk û civakî jî tê xurtkirin. Hevgirtin û piştgirî di vê rêwitiyê de yek ji dermanên herî mezin e.
Ji bo ev nexweşîn di nav jinan de hê zêdetir belav nebe ji jineke ku hûn îro jê hez dikin pirsa ‘Te xwe kontrol kiriye?’ bikin. Dibe ku di destpêkê de ev pirs ecêb xuya bike, lê bizanin ku hevokek dikare jiyanekê biguherîne.
Ji bîr nekin, teşhîsa zû diparêze.
Û neynik ne tenê rûyê me nîşan didin; ew jiyana me nîşan didin.