28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Quran ji nû ve tê şîrovekirin

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Şêx Mazin Mihemed Harûnî diyar kir ku Quran li gorî berê tê şîrovekirin û ew ê li gorî ruhê serdemê ji nû ve şîrove bikin.

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameyeke nû ya şîroveya Quranê amade dike. Ev xebat dê li ser malperên fermî û yên medyaya dijîtal bên belavkirin. Bi vê bernameyê wê şîrovekirina Quranê li gorî ruhê nû yê mirovahî û civakê pêk bînin. Armanc dikin ku Quranê ji şîroveyên wê yên klasîk derbixin. Dixwazin li gorî nêrîna bi ruhê serdemê û daxwazên gel di sedsala 21ê de pêk bînin.

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mazin Mihemed Harûnî têkildarî xebatên kongreyê û bernameya nû ya ji bo Quranê nirxandin kir. Harûnî anî ziman ku Kongreya Îslama Demokratîk niha amadekariya bernameyê dike û got: “Xebat ber bi dawî ve diçin. Bername dê di rojên nêzîk de têkeve weşanê û li ser malpera Kongreya Îslama Demokratîk a fermî dest bi weşanê bike. Dîsa dê li ser hemû platformên medyaya dîjîtal bê belavkirin.”

‘Bi yek mejî hatin nivîsandin’  

Mihemed Harunî destnîşan kir ku dê hefteyê 2 rojan bername bê weşandin û wiha got: “Dê her bernameyek nêzî 10 deqîqeyan be. Kesayetên oldar ên endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û seydayên me di bernameyê de dê şîroveyan bikin. KÎD bi vê yekê dixawaze ku hemû tefsîrên nûjen bike. Di cîhana heyî de hemû tefsîrên Qurana pîroz, heta niha bi yek reng, yek şêwaz û yek mejiyî hatine nivîsandin û hatine kirin. Ev nikarin daxwaza aqil û fikra niha pêşwazî bikin. Nikarin daxwaza civaka niha bibersivînin û rewşa niha îfade bikin.”

‘Li gorî mekan û zeman xwe nû dike’

Mihemed Harûnî da zanîn ku şîroveyên hatine nivîsandin, li gorî fikir, aqil, zeman û mekanekê ne û wiha lê zêdê kir: “Ev yek êdî bûye qalibek. Her kesî her tim ev qalib dubare kiriye. Di qalib û cewherê wê de tiştek neguhertine. Qurana pîroz herikbar e. Her tim dikare li gorî mekan û zeman û li gorî civakê bi rola xwe rabe. Dikare armanca xwe pêk bîne û daxwaza xwedayî di nav civakê de bi cih bîne. Şîroveyên Qurana pîroz divê li gorî vê dem û civakê bin. Divê xwesteka  xwedayî di vê civakê de pêk bînin û nakokî û nexweşiyên nav civakê rakin. Armanca xwedayî ew e ku bihiştekê ava bike ku hemû mirov bi rengê xwe tê de bijîn. Daxwaza xwedayan ji pêxember û van pirtûkên pîroz ew e ku hemû mirov bi dengê xwe di vê bihuştê de bijîn.’’

Tefsîrên berê nikarin bibin bersiv

Mszin Mihemed Harûnî da zanîn ku dema niha milet nikarin bi vê tefsîra berê ya klasîk re bimeşin û wiha pê de çû: “Ev tefsîrên berê nikarin daxwaza civakê bi cih bînin û bibin bersiva pirsên civakê. Di aliyê çandî, olî û fikrî de nakokî çêdibin. Ji bo em armanca Quranê pêk bînin û bihêlin ku ruhê Quranê her tim zindî be, divê em gaveke wiha biavêjin. Divê em bi aqil, zanist û cesaret vê gavê biavêjin. Dibe ku hinek bibêjin, 1447 sal in tiştekî wisa nebûye. Na guhertin hene. Ev guhertin li gorî mekan û zemanên xwe pêk hatine. Lê ji ber li dijî berjewendiyên desthilatdaran bûne ev guhertin nehatine qebûlkirin. Ji ber ev guhertin li dijî berjewendiyên destilatdaran bûne, nehatine qebûlkirin. Ji ber ku destilatdariya wan xurt nekirine û daxwazên wan pêk neanîne nehatine qebûlkirin.”

‘Şîrove li gorî xwe hilbijartine’

Mazin Mihemed Harûnî bi bîr xist ku heta niha kê ji bo kê şîrove kirine û wiha domand: “Bi destê kê û ji bo berjewendiyên kê hatine şîrovekirin. Bi destê zanyarên misilman hatine nivîsandin. Lê ev çiqas li gorî cewherê Quranê bûn; ew şîrove çiqas zelal in û çiqas li gorî ruhê Quranê hatine kirin? Şîroveyên ku hatine kirin her tim hatine neqandin û şîroveyên ku ne li gorî kêfa desthilatdaran bûne hatine derxistin, şewitandin û wendakirin. Gelek mînakên vê yekê hene. Şîroveyên ku li gorî xwesteka wan misilmantiyekê ava bikin hatine hiştin.’’

Mihemed Harûnî anî ziman ku gelek şîrove li gorî zeman û mekanê wê demê bûn û ev agahî par ve kir: “Nêzî hezar sal di ser wan şîroveyan re derbas bûne. Dem hatiye guhertin. Çand û fikir hatine guhertin. Zanist bi pêş ketiye. Tiştên hezar sal berê mirov nikare li ser civaka niha pêk bîne. Êdî nayê qebûlkirin. Aliyê sêyemîn jî, gelek tefsîrên Quranê hene û piraniya wan zanyarên ola îslamê jî wan rexne dikin. Li têgihên li gorî ola îslamê têne kirin dibêjin îsraîliyat. Hinek şîrove ji Tewratê tên. Hinek ji wan şîroveyan, ên Incîlê ne. Gelek tefsîr hene di nav tefsîra misilmantiyê de bi cih kirine. Yên lêkolîn nekin, dê bêjin ev têgihên misilmantiyê ne. Di esasê xwe de eleqeya misilmantiyê û pêxember pê tune ye. Ji bo em xwe ji van nakokiyan rizgar bikin û Quranê careke din zindî bikin û bikin ruhê civakê, pêdivî bi tefsîreke nû heye. Ji bo ruhê civakeke hevgirtî, aştiyane û civakeke ku dikaribe ji hev hez bike pêdivî pê heye. Pêdivî bi wan şîroveyan heye ku çavkaniya xwe ji Qurana pîroz bi xwe digirin.”

Cewher nayê guhertin

Mihemed Harûnî herî dawî wiha got: “Dema em şîroveyan bikin em ê cewherê Qurbanê neguherînin. Dê ruh û cewher yek bin. Dibe ku peyv û têgih bên guhertin lê cewher nayê guhertin.”