28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tûnisê 40 koçber mirin

Li Tûnisê keştiyek koçberan noqî avê bû û di encamê de zarok jî di nav de herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dan.

Di 22yê cotmehê de li peravên bajarê Mahdiya ya li Tûnisê, keştiyek koçber noqî avê bû û di encamê de zarok jî di nav de herî kêm 40 koçber jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyar kirin hemû kesên di keştiya nêzî 70 koçberan hildigirt de, ji welatên Afrîkaya Bin Sahra hatine. Di qezayê de nêzî 30 kes hatin rizgarkirin û cenazeyên koçberên din jî hatin dîtin. Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê xebatên xwe didomînin.

Nêzî 2 hezar koçber jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2023yan de zêdetirê 210 hezar kes hewl dane li ser Deryaya Navîn bigihîjin Ewropayê. Ji wan nêzî 60 hezar kes hatin girtin û vegerandin û nêzî 2 hezar kes jî li deryayê jiyana xwe ji dest dan.