Endamên Koma Amedê ku piştî 30 salan dê konserê li dar bixin, hatin Amedê. Konser, dê di 25ê cotmehê de bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Parka Newrozê bê lidarxistin. Endamên komê, li balafirgehê bi stranan hatin pêşwazîkirin. Hevşaredarên navçeyan, kedkarên çand-hunerê û gelek kesan endamên komê pêşwazîkirin. Endamên komê kêliyên hestiyar jiyan.
Endamên komê bi stranên kurdî, çepik, tililî û çîçekan hatin pêşwazîkirin. Ji endamên komên Suleyman Çarnewa, spasiya kesên ber wan ve çûne kir û hêvî kir ku hemû hunermend bi coş bên pêşwazîkirin. Çarnewa, got “Azadiya esasî ev e” û hestên xwe vegot.
Endamên komê, derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn. Kom, dê saet di 17.00ê de li Kargeha Stadyumê ya Amedstorê tev li bernameya îmzekirina formayên klubê bibe.
