Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê ragihand ku di 14-15 û 19ê cotmehê de artêşa tirk li bajarên Çewlig, Amed, Herekol û herêma Bestayê operayonên leşkerî kiriye.
Daxuyaniya HPG-NRÇê wiha ye: “Artêşa tirk a dagirker li hemberî hêzên me yên li bakurê Kurdistanê operasyon û êrişên berfireh kir. Di 14-15ê cotmehê de li herêma li sêgoşeya Çewlig û navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê operasyonek hat kirin. Di 14-15ê cotmehê de li herêma Herekolê ya Botanê operasyonên berfireh hatin kirin. Di 19ê cotmehê de li herêma Bestayê ya Botanê operasyon hat kirin.
Di van operasyonan de ku li hemberî hêzên me yên gerîla yên di pozîsyona agirbestê de ne tên kirin, li gel ku em naxwazin eger rasthatinek li hev rû bide, berpirsyarê encamên vê yekê wê ew îradeya siyasî û leşkerî be ku van hêzan dibe operasyonê.”
