Îkram Guren ê ku li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Bafraya Samsûnê dihate ragirtin piştî 31 sal ji girtîgehê hat berdan. Îkram Guren ê ku di cotmeha 1994an de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve hatibû girtin cezayê muebedê lê hatibû birîn. Li girtîgehên weke Kayserî, Yozgat, Mêrdîn, Baybûrt, Ordû û herî dawî jî li Girtîgeha Bafrayê bû. Divê ku Îkram Guren di 11ê cotmeha 2024an de bihatana berdan, lê belê sê caran bi hincetên cuda berdana wî hatibû astengkirin.
Berdana wî herî dawî jî di 8ê cotmehê de bi hinceta ‘nebûna halê baş’ hatibû astengkirin. Piştre jî Îkram Guren bi rêya parêzerên xwe di 13ê cotmehê de îtîrazî biryarê kiribû. Îtîraza Îkram Guren hat qebûlkirin û piştî 31 salan serbest hat berdan. Guren li pêşiya girtîgehê ji aliyê parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasê ji bo Azadiyê (OHD) ve hat pêşwazîkirin û ber bi Amedê ve bi rê ket.
Îkram Guren vê sibehê gihîşt Amedê û li avahiya MED TUHAD-FEDê ji aliyê malbat û rêveberên komeleyê ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê Guren li gel malbata xwe derbasî navçeya Farqînê bû.
