Artêşa tirk û çeteyên wê ku 8ê kanûna 2024an bajarê Minbicê dagir kir, careke din Şehîdgeha Şehîdan a bajêr xirab kir.
Çeteyan bêrêzî li hemberî cangoriyên şerê li dijî DAIŞê kiriye û zemînê şehîdgehê û sûrên wê yên derve, deriyên wê yên sereke xirab kirin û talan kirin.
1ê nîsanê jî wêneyên şehîdan ên şehîdgehê û kevirên wan rûxandibûn. Di 5ê hezîranê de beşeke kevirên zemîna wê hatibûn rakirin û talan kiribûn. Di 12ê îlonê de jî kel û pelên şehîdgehê hatibûn talankirin.
