28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rihayê Mozaîkek Grekî ya hezar û 500 salî hat dîtin

Di dema kolandinên li Keleha Rihayê de mozaîkek erdê bi nivîsên Grekî hat dîtin. Mozaîka ku fîgurên nebat û heywanan û motîfên ku sembola çar hêmanan nîşan dide, ronî dide ser serdema destpêkê ya xiristiyaniyê ya herêmê.

Di dema kolandinên li Keleha dîrokî ya Rihayê li başûrê Gola Masiyan li Rihayê de mozaîkek erdê ya sedsala 5’an bi nivîsên Grekî hat dîtin. Mozaîka ku fîgurên nebat û heywanan û motîfên geometrîk nîşan dide, dîroka wê vedigere salên BZ. 460-495.

Li gorî raporên çapemeniyê, rêvebira kolandinê Prof. Dr. Gulriz Kozbe diyar kir ku mozaîk dibe ku aîdî dêrekê, şapelekê an jî şehîdxaneyê be. Nivîs behsa Kont Anaskas û malbata wî dike, ku endamekî elîta leşkerî û olî ya wê serdemê bû û mozaîk herwiha motîfên kozmîk jî nîşan dide ku sembola hewa, av, ax û agir in. Gulriz Kozbe tekez kir ku gorên ji heman serdemê jî li herêmê hatine dîtin û ev vedîtin ji bo têgihîştina pratîkên olî yên serdema destpêkê ya bîzansê nîşanên girîng pêşkêş dike.

Tê diyarkirin ku restorasyona kelehê ku di erdhejên 6ê sibata 2023yan de zirar dîtiye, dê di dawiya sala 2026an de biqede û piştre dê ji bo mêvanan were vekirin.