28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Banka Cîhanî: Ji bo avakirina Sûriyeyê pêwistî bi 216 milyar dolarî heye

Banka Cîhanî, da xuyakirin ku ji ber şerê 13 salan lêçûna ji nû ve avakirina Sûriyeyê dikare 216 milyar dolarî derbas bike.

Dîrektorê Rojhilata Navîn ê Banka Cîhanî Jean-Christophe Carret, diyar kir ku lêçûna ji nû ve avakirina Sûriyeyê dikare ji 216 milyar dolarî derbas bibe û got, “Zehmetî pir mezin in, lê Banka Cîhanî li kêleka gelê Sûriyeyê ye.”

Li gorî raporê, şerê navxweyî yê ku di sala 2011an de dest pê kir aboriya welêt nîvî têk biriye. Hat gotin ku wêraniya herî giran li Heleb, Şam û Humsê çêbûye.

Hikûmeta demkî HTŞê ya piştî Esed hat ser desthilatdariyê plan dike ku bi welatên Kendavê re pêşengiya hewldana ji nû ve avakirina Sûriyeyê bike. Peymanên veberhênanê bi Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyeyê re hatine îmzekirin.

Di raporê de hat gotin, “Girîng e ku civaka navneteweyî hevgirtin û hevkariya xwe ji bo Sûriyeyê seferber bike.”