Di roja 4emîn de 9emîn Pêşangehan Pirtûkan a Amedê didome. Peşengeha pirtûkan a ku di 18ê cotmehê de dest pê kir dê heta 26ê cotmehê bidome. Pêşangeh li Navenda Kongre û Pêşengehê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî ya Amedê pêk tê. Nêzî 32 weşanxane, saziyên ziman û çanda kurdî û komeleyan standên xwe vekirine û têde cihê xwe digirin. Ev hejmareke ne xirab e ku dema mirov lê dinêr e. Dikarim bêjim cihê kêfxweşiyê ye. Em yek bi yek li van weşanxaneyan geriyam, me rewşa wan û berhemên wan pirsî. Li gorî daneyên ku me ji weşanxaneyan wergirt; Zêdetirî 2554 berhemên kurdî li ser sitandên wan bûn. Di heman demê de ji van berheman 280 heb yên ku îsal hatine çapkirin û cara yekemîn ku di vê pêşangehê de li ser standan cihê xwe digirin bû.
Ev dane û hejmar bi rastî jî mirov kelecanî dike û dide fikirîn. Bê guman hejmareke ne hindik e. Li ser vê hejmarê em bi weşangeran re jî axivîn tişta ku gotin me bêtir da fikarê. Lewre gelekî ji vê hejmarê zêdetir pirtûkên ku çapa wan qediyane yan jî yên hin weşanxanyên ku hatine girtin an jî beşdar nebûn hene. Tişta ku em hîn bûn û me fêhm kir hejmara pirtûkên kurdî yên li bakurê Kurdistanê hatine çapkirin zêdetirî 6 hezaran e. Ev pirtûkana yên ku tenê bi zimanê kurdî hatine çapkirin. Lê belê ev dane ne ji sedî 10 pirûkên ku zimanê wan tirkî lê mijara wan kurd û Kurdistdanî ne. Li pêşberî tabloyeke wiha mirov kelecanî dibe û difikir e. Belê heke ev sed sal bin zimanê me (kurdî) qedexebe, berhemên me bên qedexikirin û berhevkirin, di ser de ku mirov nikaribe bi zimanê xwe bixwîne û binivîs e; ev rewş ji matmayî bûyînê wêdetir e.
Di vi vir de dixwazim tiştekî din raxib berçavan û li ser fikarên xwe bînim ziman. Ew jî we e; Em her tim dibêjin Amed li bakurê Kurdistanê bajarekî navendiye û li ber dilên kurdan paytext e. Li bajarê Amedê texmînê zêdetirî 2 milyon mirov lê dijî û ji sedî 90 yê vê gelheyê jî kurd in. Lê di vê pêşangehê û yên beriya wê de jî me dît ji cihê standên weşanxaneyên ku ji Tirkiyeyê hatine bigire heta eleqeya xwînerên ji bo wan mirov matmayî dihêle. Li gorî çavdêriyên min ji sedî 70yî beşedarên pêşangehê li ser van weşanxaneyên ku ji Tirkiyeyê hatine û di nav civaka kurd a polîtîk de tu qebûla wan tune ye! Başe ev nakokî çi ye? Ez şîroveya vê yekê jî ji we xwînerên hêja re dihêlim.
Her wihe dixwazim li ser cihên ku ji weşanxaneyan re hatine veqetandin jî çend tiştan bêjim. Dema ku mirov dikeve hundirê pêşangehê ji serî heta binî û li her devera wê eywana mezin tanê weşanxaneyên ku ji Tikiyeyê hatine xuya dibin. Ew 32 weşanxne û saziyên kurdî jî mirov ji bo ku wan bibîne zehmetiyan dikişîn e. Li qirax û quncikan ji wan re cihên bi çûk hatine dayîn! Bê guman hin sedemên vê hene. Yek jê aborî ye ku weşanxaneyên ku ji Tirkiyeyê hatine gelekî dewlemend û bihasanî dikarin 300-400 hezar peryî bide heqê cihê standê. Di heman demê de bi hezaran pirtûkî difiroşin. Lê belê belê weşanxaneyên kurdî gelek ji wan 300-400 pirûkî nafirojin. Vê jî bêjim ji pêşangehên berê jî em dizanin gelek weşanxaneyên kurdî heqê cihê standên xwe jî dernaxin di ser de ji bêrîka xwe dixisirin.
Li pêşberî rewşeke wiha ku li pêşangehê em bi xudiyên gelek weşanxaneyan re jî axivîn û li gorî çavdêrî, nîqaşên me; yekemîn divê gelê kurd û xwînerên kurd vê rewşê bibîne û li gorî wê xwedî li berhemên kurdî û weşanxaneyên kurdî derbikevin. Duyemîn pêwste saziyên sivîl ên civakî, rêxistinên kurd, sazî û dezgehên kurdî, şaredariyên vî gelî û bi taybetî jî rêveberiyên herêmî li gorî vê taloya li jor alternatîfê TUYAPê pêşangehan li dar bixe. Ya sêyemîn jî pêwîste weşanxaneyên kurd bi pîvan bin û di warê çapkirina pirtûkan de bi bijarte bin ku xwîner bi kelecanî ew berhemên ku dertên bixwîn. Lewre di warê aborî de xwînerên kurd ne xwedî derfetên mezinin ku hema her berhama ku tê çapikirin bigirin.
Wekî encam; Ev pêşangeha Amedê ji bo weşangerên kurd û xwînerên kurd girîng e. Di heman demê de ji bo wêjeya kurdî jî girîng e. Lewre ev derfetên pêşangehan, atmosfer û sînerjîya ku ava dibe kelecanekê dide nivîskar, weşanger û xwîneran. Bi hev ve girêdayî rê li ber hilberîn, afirînerî, parastin û pêşdebirina wêjeya kurdî vedike. Lê belê ji xwînerên kurd heta nivîskar û weşangerên kurd pêwîste wekî rêgez û armanca wan xwedîderketina li wêjeya kurdî be. Bi vê bîr û baweriyê tevgerîn dê rê li ber pêşve çûna çand, ziman û wêjeya kurdî vebibe û di heman demê de pêşî li polîtîkayên pişaftinê bê girtin.
