28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di tarîtiyê de qêrînek

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Lewma bûyera Rojînê, rastiya edalet, hiqûq û pergala Tirkiyeyê ya genîbûyî nîşan dide. Ev pergal û hiqûqa wê êdî wisa li wan hatiye, ne ji bo ronîkirinê ye, ji bo veşartinê ye; edalet, ne ji bo malbatan e, ji bo parastina qatilan e.

Rojîn Kabaîş jineke ciwan û di ewiliya emrê xwe de bû. Li Zaningeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Beşa Pêşveçûna Zarokan qezenç kiribû. Ji bo xwendinê bi kelacana xwendinê ji Amedê berê xwe dabû bajarê qedîm Wanê. Bavê Rojbînê di vê rêwîtiyê de havaltî pê re kiribû. Ew bi tenê nehiştibû. Bûbû şirîkê vê kelecana wê.

Rojîn, 27ê îlona 2024an, bi awayekî bi guman wenda bûbû û piştî ji bo wê rojên tarî dest pê kirin. Jina ciwan piştî 18 rojan ango 15ê cotmehê, li peravên gundê Molla Qasimê, cenazeyê Rojbînê hate dîtin. Di nav ava Gola Wanê de, jiyanek fetisî. Lê ev ne dawî bû; ev tenê destpêka qêrînekê bû ku salekê dewam kir û hê jî di nav dilê me de dikele.

Piştî salekê Saziya Tiba Edlî rapora xwe ya derengmayî aşkere kir. Di raporê de, bi awayekî aşkere diyar bû ku Rojîn hatiye revandin, destdirêjî lê hatiye kirin û paşê hatiye kuştin. Du mînakên DNAyên mêran, li ser laşê wê hatin dîtin. Lê çima piştî salekê? Çima ew qas derengî? ATK, bi îdiaya çewt, nekêrhatî û qirêj doza Rojbînê bi derengî xist û delîlên heyî veşartin. Gelo armanca Saziya Tiba Edlî çibû?

Bêguman ev ne tenê derengxistineke ji rêzê bû. Saziya Tipa Edlî ya dewletê bi vê hewldana xwe bûyer piştguh kir. Delîl veşartin û bi vî awayî, êşa malbatê zêdetir ango girantir kir. Bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş, di nav salê de hertim bi çavên şil, digot: “Kezaba min dişewite, lê em ê rawestin? Na!” Derengxistina raporê ne tenê wendakirina demê bû, her wiha sergirtina dozê û parastina kujeran bû. Li gel vê yekê: ATK ne saziyeke edlî ye, ew bû alîkarê tarîtiyê. Bi vê derengmayîna xwe, wê edalet kuşt.

Di nav vê salê de, têkoşîna jinan, saziyên hiqûqê û civaka sivîl, mîna ronahiyeke biçûk bûn di nav şevên dirêj de. Vê hewldanê hêz da têkoşîna malbata Kabaîş. Ji bo kujer bên aşkerekirin û rastî bê ronîkirin di nav salê de, tevî hemû astengiyan jî têkoşînek hiqûqî û îradeyî hate dayîn. Ev têkoşîn ne tenê ji bo ronîkirina bûyerê bû. Ew li hember wê pergalê berxwedanek bû ku jinê bêdeng dike û doza azadiyê, heqîqetê lewaz dike. Lê tişta ku divê were nirxnadin û zanîn ew e ku çima ev têkoşîn evqas zehmet e? Çima divê jin bi xwîna xwe edaletê bi dest bixin? Çima ji bo rastî dernekevin holê edalet were kuştin? Çima kes ango kesên ku Rojîn kuştin, ewqas hatin parastin? Çima ew du mêrên ku DNAyên wan li ser laşê Rojîn Kabaîşê hatine dîtin, hîn jî li nav me digerin? Bêbersivmayîna van pirsan jî aşkere dike ku pergala heyî çiqas genî û pûç bûye.

Pergala dadweriyê ya li gorî berjewendiyên deshilatê hatiye avakirin, bi derengxistin û bi veşartina delîlan, rê li ber zêdebûna sûcên li dijî civakê vedike. AKP û MHP, di meclisê de pêşniyara lêpirsînê red kirin. Tiba Edlî jî bi raporên xwe şik û gumanên li ser van kuştinan dinixumîne. Ev parastina pergalê ne tesadûfî ye; ew bû xizmeta ji bo zihniyeta ku jinan kêm dibîne. Kujer, ne tenê ew du kes in; ew pergala ku delîlên cinayetê veşartin, ew zihniyeta ku “jin wenda dibin, lê edalet nayê” ye. Rexneya tund: Ev parastin, ne hiqûq e; ew bû berdestkirina jinên din li destê qatilan.

Niha, kesên ku ev bûyera qirêj anîn serê Rojînê, wekî ku tiştek tune be, li nav civakê digerin. Zihniyeta ku rê dide vê, ew ê ku dibêje “jin, tenê xwe bigire”; ew ê ku li nav malbatan, li dibistanan, li kolanan dibêje “destdirêjî, ne qêrîn e, tenê ‘şîret’ e”. Ev zihniyet, mîna ava şolî ya Gola Wanê, her tiştê vedixwe û di nav xwe de veşart. Ew zihniyeta mêr-dewlet e, ku jinan wekî “xulama malê” dibîne, ne wekî mirov. Di civakê de, jî bi têgşhên çêkirî hewl tê dayîn ku kuştina jinan rewa bikin. Bi taybetî bi gotinên wekî “bi gotinekê ma çi dibe?”, “divê jin wisa tevnegerin”, “ma ne kurd e” û hwd rê li pêş vê hişmendiyê vedikin. Li vir mesele ne kurd, ereb, çerkes, ermen an jî tirk in. Em behsa zimanê pergala mêr-dewletê ya li dijî jinan dikin. Em behsa hişmendiyekê dikin ku jinan biçûk dixîne. Em behsa wê hişmendiyê dikin ku kuştina jinan ji rêzê dibîne. Ger di vê zihniyetê de guhertin çênebin wê hem kujerên Rojînê neyên dîtin û hem jî dê mîna Rojînê gelek jinên ciwan ên ku di ewiliya emrê xwe de bibin qurbana vê pergala ku îflas kiriye.

Lewma bûyera Rojînê, rastiya edalet, hiqûq û pergala Tirkiyeyê ya genîbûyî nîşan dide. Ev pergal û hiqûqa wê êdî wisa li wan hatiye, ne ji bo ronîkirinê ye, ji bo veşartinê ye; edalet, ne ji bo malbatan e, ji bo parastina qatilan e. Ev pergal û deshilata ku vê pergalê bi rê ve dibe li dijî azadiya jinan e. Dibêje pêwîst e “Jin bêdeng bimîne” li gorî zihniyeta wan; jina ku bêdeng hatiye hiştin û mahkûmî malê hatiye kirin jina maqûl e.

Tevî vê zihniyetê jî saziyên hiqûqê û civaka sivîl bi cesareta malbata Kabaîş dest ji dozê bernedan. Rastî dereng be jî wê derkeve holê û kujerên ku Rojîn bi awayekî hovane kuştine dê derkevin pêşberî gel. Vê têkoşînê nîşanî me da ku bêdengî ne çare ye. Li himberî zilm û neheqiyê têkoşîna yekgirtî û domdar ekîd serketinê bi xwe re tîne. Niha bûyer diyar bû êdî dem hatiye ku nasnameya kujeran were aşkerekirin. Ev jî erk û berpirsiyariya dewletê ye. Dewleta ku hemû kolan û taxên bajarê Kurdistanê bi kamerayan kêlî bi kêlî dişopîne dizane ev kes kî ne. Rastiyê aşkere bikin bûyerê ronî bikin!