Bi salan e polîtîkayeke talan û qirkirina xwezayê li ser axa Kurdistnê tê meşandin. Bi taybetî jî dewlet û desthilat bi vê qirkirinê jî bi destên cerdevan û hin gundiyan pêk tîne. Di heman demê de jî bi rêya şîrket û dewlemendên herêmê jî talana bin erdê bi pêş dixe û kûr dike. Bi taybetî jî li herêma Botanê talan û qirkirineke kûr tê meşandin. Rêveberê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Endizyarê Hawirdorê Nejdet Sezgîn li ser polîtîkayên talanê axfivî û xebatên xwe yên li dijî qirkirinê vegot.
Li dijî polîtîkayên dewletê yên talan û qirkirina xwezaya Kurdistanê di sala 2011an de forma civakê ya ekolojiyê Amedê pêk hat. Piştre Forma Civakê ya Mezopotamya hat lidarxistin. Di formê de pêdivî hat dîtin ku ji bo ekolojiyê jî formek bê lidarbixin. Di encama xebata 5-6 mehan de bi beşdariya gelek nûnerên ji aliyên din ên Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û gelek welatên din Forma Ekolojiyê hat lidarxistin. Di encama xebat, komxebat, konferansan de pêdivî pê hat dîtin ku tevegerek bê avakirin û xebatên xwe bi pêş bixin. Li ser vê bingehê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ava bû. Piştre jî Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li bajarên herêmê yên wekî Amed, Riha, Dîlok, Wan, Êlih û Mêrdînê şaxên xwe ava kir. Dîsa li Wan, Riha û Êlihê jî meclisên ekolojiyê hatin avakirin. Tevgera Ekolojyê ya Mezopotamyayê di çarçoveyê de li dijî qirkirin, talan û tunekirina xweza û ekolojiyê heta niha xebatên xwe meşandiye.
Di 2025an de jî li Amed, Riha û Wanê Komeleyên Ekolojiyê hatin avakirin. Ji her beşên civakê û pîşeyên cur bi cur endam û aktivîstên di bin banê van saziyên ekolojiyê de hene. Her kesê ku dibêje “Ji bo xwezayê gotineke min jî heye” di nav xebatên li dijî qirkiran xwezayê de cih digirin. Bi dildarî li dijî qirkirina xwezayê radiwestin. Gelek komele, sazî û rêxistinên civakî jî wekî hevkarên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di nav xebatan de cih digirin û li dijî qirkirina xwezayê têdikoşin û xebatên xwe dimeşînin. Bi şêwazeke ku çi ji destê kê tê tev li xebatan bibe.
Rêveberê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Endezyarê Hawirdorê Nejdet Sezgîn li ser xebatên we yên li dijî qirkirina xwezayê axivî. Di nav civakê de her tim behsa parastina xwezayê tê kirin lê Nejdet Sezgîn diyar kir ku ew têgeha parastina xwezayê qebûl nakin û wiha got: “Ji ber ku tê de serdestî heye, hiyerarşî heye lewma jî em napejirînin. Yanî ne wekî parastin a pêwîst em mudaxaleyî xwezayê nekin. Em bi awayekî exlaqî û polîtîk tev bigerin ku rê li ber qirkirin û talanê venekin.”
Li ser rist û xebatên xwe yên bergiriya qirkirina xwezayê Nejdet Sezgîn ev tişt anî ziman: “Niha hin kes hene dixwazin cihekî talan bikin tune bikin. Heta qirkirina nijadî bi cih bînin. Tişta ku dikeve ser milê me jî ew e ku em gelê herêmê agahdar bikin; em dibêjin li vê derê qirkirinek heye, talanek heye, xirakirinek heye li vir em jî bi we re li hemberî vêya rawestin. Dema ev hişmendî bi gelê herêmê re bi pêş bikeve wê demê karê me hêsantir dibe. Lewre “xwedîderketin”, an jî “parastina” xwezayê ancax bi gelê herêmê re bi zanebûn dikare bi pêş bikeve. Li Hesendînê jî me wiha kir. Haya me ji mijarê çêbû. Em çûn li hemû gundan geriyan. Me di warê zanistî de agahî bi wan re parve kirin.”
Gundiyan şiyar dikin!
Ev qirkirina xwezayê rê li ber çi vedike, ji bo civakê çi îfade dike, wekî komele bi gundiyan re hatiye parvekirin. Di vî warî de jî Nejdet Sezgîn wiha got: “Me ji wan re zirarên kanên madenan vegotin. Me ji wan re got ‘hûn ê di warê tenduristiyê de, di warê ava vexwarinê de, di warê hilberîna ji xwe xwezayê de pirsgirêkan bijîn.’ Piştî vê agahdarkirina me gotin ‘em ê bikevin nav hewildanan.’ Ji bo xebatên wiha em ji herêmê platformê ava dikin ku ji pêkhateyên dilsoz ên gelê herêmê pêk tên. Bi vê şêwazê em têkoşîn û berxwedanekê ya li dijî qirikirin û talanê bi pêş dixin. Heta niha pilatformên me yên berxwedanê yên li herêmên di bin gefa talan û qirkirinê de ne kar û xebatên xwe dimeşînin. Her wiha li gelek deverên din jî hewildanên me yên avakirina platformên herêmî hene. Herî dawî li Şirnexê me Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ava kir. Bi hemû platformên xwe re bi awayekî hevpar em xebat û têkoşînê dimeşînin.”
Sedemên talana dewletê
Gelek sedemên talana xwezaya Kurdistanê ya ser erd û bin erd hene. Nejdet Sezgîn, sedemên dewletê yên talanê wiha bi lêv kir: “Niha li Bestayê 17 madeyên bin erdê yên bi nirx hene ku li her derê tune ne. Ji ber wê yekê jî berê xwe dane vekirina kanên madenê. Ev madeyên xam ên ji bo afirandina pola, hesin, çînko, kron yanî madeyên ku di endustriyê de tên bikaranîn. Bi granî jî van madeyan ji bo endustriya şer, wekî ûranyûm, platînyum û hwd. Ji Erzinganê heta Botanê ev cihên ku maden lê hene yek bi yek tespîta wan hatiye kirin. Gelek ji van cihan jî îhaleyên wan hatine kirin. Niha hewildanên wan ên qirkirinê ji bo vê ye. Ji bo vekirina kanan jî qirkirineke ser erd û bin erd pêk tînin. Sedemeke din di warê ewlehiyê de desthilatî dixwaze li gorî berjewendiyên xwe vê talan û qirkirinê pêk bîne. Sedemeke din jî koçberkirina gelê herêmê ye. Yanî bê vê rêbazê dixwin li serêmê koçberiyekê bi pêş bixin, herêmê ji mirovan xalî bikin.”
‘Ew kes kî dibe bila bibe dê teşîr bibe’
Gelek kesayetên ku dibin şirîkên sûcê talan û qirkirinê hene û di nav civakê de ne. Li ser vana jî Nejdet Sezgîn da zanîn ku ew kes kî dibe û ji kîjan komele û partiyê dibe bila bibe dê bê teşîrkirin ev tişt anî ziman: “Bêguman xweza ji bo me pîroz e. Hebûna hemû candaran ji xwezayê ye. Dîsa em bêjin pêdiviya xwezayê bi parastinê tune ye. Tenê em zirarê nedinê, qirkirinê lê nekin, talanê pêk neynin bes e. Ji ber vê yekê kî dibe bila bibe, dema ku destên xwe dirêjî dîrok, çand, nasnameya kurd û Kurdistanê kir em bi ti awayî qebûl nakin. Em li hemberî van kesan in. Di vî warî de tu tawîza ku em bidin wan tune ye. Ew kes kî dibe û ji kîjan komele û partiyê dibe bila bibe ji bo teşîrkirinê çi ji destên me bê em ê bikin. Em dikin û em ê bikin. Em bi daxuyaniyên xwe jî vê yekê dikin û em bi ew rêxistin, sazî, partî û komeleyên ku di nav de cih digire re bi awayekî aşkera dibêjin em li hemberî vê ne.”
Ji bo pêşîgirtina vê rewşê jî Nejdet Sezgîn da zanîn ku bi saziyên peywendîdar re xebatên wan ên bergiriyê hene û ev tişt got: “Di hemû hewildan û têkoşîna me de prensîbeke me heye; em bi daneyên di destên xwe de di warê zanistî de bandora neyînî ya li ser herêmê em bi wan re nîqaş dikin. Bi her awayî em hewil didin ku ew kesê ku pêçiya wî di qirkirin û talanê de heye îkna bikin ku wî karî neke. Dema ku hewildanên me bê encam man, wê demê em jî bi şêwazên xwe yên alternatîf dikevin nav têkoşînekê. Her wiha bi rêveberiyên herêmê re jî helwesta me ya hevgirtî ya li dijî polîtîkayên qirkirênê heye.
Yek ji armanca desthilatiyê civak e
Ev politikaya dewlet û desthilatdariyê ye û komeleya ekolojiyê jî gelê herêmê şiyar dike lê ji herêmê gelek kes jî hene ku di vê talan û qirkirinê de cih digirin. Heta di nav wan kesan de, kesên di saziyên civakî de jî di asta rêveberiyê de cih digirin jî hene. Li ser pirsa, “Li dijî van kesan çi helwest û sepanên we hene?” jî Nejdet Sezgîn ev tişt anî ziman: “Ez dikarim wiha bêjim, niha sê armancên desthilatdariyê hene; yek jê dixwaze dîroka wê herêmê tune bike. Ya din avakirina birdozî û hişmendiya xwe ye. Ya sêyemîn jî aborî ye. Ji ber ku heke dîroka gelê herêmê tune bibe hişmendî, bîr û bawerî jî tune dibe. Ew jî pişaftinek e, qirineke nijadî ye. Heke dîrok tune bibe, hişmendî û bawerî tune bibe êdî kes ji bo herêmê nakeve nav tevger û têkoşînekê jî. Ji bo ku nifşên nû ji tiştekî ne haydar bin. Heke dîrok tune bibe hişmenî jî tune dibe û ev jî rê dide ku desthilat dikaribe bi hêsanî birdoziya xwe bi cih bike. Bi polîtîkayên pişaftinê vê dikare bikin. Heke piştatin bi pêş bikeve manewiyat jî namîne. Yanî di aliyekî de aliyê madî yê civakê ji holê radike li aliyê din jî manewiyatê ji holê radike. Ew jî dibe sedema koçberî û qeyranên kûr ên aborî. Ev jî encama polîtîkayên zordestiyê ye. Ev jî ji aliyê desthilata navendî ve bi pêş dikeve û ji wir li herêmê vê yekê pêk tînin. Li herêmê jî desthilat yan jî kesên nêzî desthilatê yên berjewandiyên wan têde heyî dibin amûrên van polîtîkayan. Di heman demê de gundiyên herêmê jî ji bo van berjewendiyan bi kar tînin. Dema ji gundan ji xwe re alîgiran peyda dike kesekî ku bi hêsanî li hemberî wan derkeve jî çênabe. Li ser vê yekê qirkirin, talan û wêraniyê bi pêş dixin. Heke ji herêmê kes li hemberî wan derkeve dê di nav malbat, eşîr û gelên herêmê de dijmanatî derbikeve. Ev jî dê rê li ber aloziyên kûr vebike. Ev jî yek ji armanca desthilatê ye ku aştiya nav civakê nemîne. Lewma jî vê yekê bi kes û taşeronên herêmî didin kirin.”
Nejdet Sezgîn ev tişt jî anî ziman: “Hezar mixabin birîna me ya herî mezin jî ew e ku kesên berê di nav civak û saziyên civakî de cih girtine, niha li dû berjewendiyên kesayetî ketine. Dewlet jî hemû derfetan dide wan. Ev jî me dike zehmetiyê. Li hemberî wan, dema em dikevin nav hewildanekê em tên li dîwarekî diqelibin. Lê em vê bêjin ji bo me pîvana sereke parastina nirxên Kurdistanê ye. Parastina çand, dîrok, nirxên civakî, xweza û axa Kurdistanê ji bo me esas e, şertê sereke ye.”
Aştiya civakê bêyî aştiya ekolojiyê nabe
Komeleya Ekolojiyê ji bo pêşîgirtina talan û qirkirina xwezayê ne tenê bi çalakiyan di heman demê de bi atolye û berwerdehiyê jî di nav hewildanan de ye. Di vî warî de jî Rêveberê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Nejdet Sezgîn ev tişt anî ziman: “Li aliyê din li ser qirkirin û talan û ekolojiyê ev 7 sal in em atolyeyan li dar dixin. Wekî mînak têkiliya jinê û ekolojiyê, têkilya cotkarî û ekolojî, têkiliya civakê û ekolojiyê li ser 7-8 mijaran me atolyeyên xwe li darxistin. Hemû atolyeyên me jî rastî eleqeyeke mezin hatin. Ji her beşên civakê, saziyên civakî beşdariya atolyeyên me bûn. Em hewil didin ev atolyeyên me sûdewar derbas bibin. Niha bi rêk û pêk em xebatên xwe dimeşînin. Dîsa em kovarekê derdixin. Kovara Jiyana Ekolojîk. Ji çar mehan carekê dertê û niha hejmara me ya 6emîn derketiye. Hejmara me ya dawî li ser “aştiya ekolojiyê” bû. Bêguman dema em dibêjin aştiya ekolojiyê aştiya civakê jî di nav xwe de dihewîne. Aştiya civakê bêyî aştiya ekolojiyê nabe, aştiya ekolojiyê jî bêyî aştiya civakê nabe. Em armanc dikin ku hevsengiya xwarin û vexwerinê xira nebe û hevsengiya enerjiyê xira nebe. Xirabûna vê hevsengiyê dê zirar û xeteriyên mezin bi xwe re bîne. Em aştiyê dixwzin.”