20 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tuncer Bakirhan di Civîna Serokên PESê de axivî

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di Civîna Serokên PESê de axivî. Tuncer, anî ziman ku ew ji kevneşopiyeke têkoşînê tên û diyar kir ku ew bawer dikin ku rojekê, bi hevgirtinê, jin û xweza dê ji kapîtalîzm û modernîzmê rizgar bibin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, tevî şandeyek ku ji Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Berpirsa Têkiliyên Derve Ebru Gunay, Nûnerê Bruksel/Ewropa Eyup Doru û Nûnerê Strasbourgê Fayik Yagizay pêk tê, tev li kongreya Partiya Sosyalîstan a Ewropayê (PES) ku li Amsterdamê hat lidar xistin bûn.

Piştî kongreyê Tuncer Bakirhan di Civîna Serokên PESê de axivî û ev tişt gotin:“Ez pir kêfxweş im ku li vir im. Du roj in me nîqaşên gelek girîng kirin. 50 mîlyon kurd ji bo demokrasî, edalet û wekheviyê têdikoş in. Kurdên li Rojava piştî têkbirina DAIŞê, daxwaza mafên wekhev dikin. Hemû qiseker behsa edalet û avahiyek hevpar kirin. Lê divê li van platforman lêgerîna kurdan a ji bo demokrasî û azadiyê jî were nîqaşkirin.

Kurd li Rojhilata Navîn gelê herî sekûler in. Jin û ciwan pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin. Ji ber vê yekê, em ji partiyên siyasî, hevrê û dostên xwe yên li Ewropayê, bi taybetî PESê, hêvî dikin ku mîna ku li Ukranya û Filîstînê dikin li Sûriyeyê jî destekê bidin daxwaza azadî û demokrasiyê ya kurdan. Herwiha destekê bidin lêgerîna çareseriyê ya li Tirkiyeyê. Wekî sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê, hêviyeke me ya mezin heye. Em ji kevneşopiyeke têkoşînê tên û em bawer dikin ku rojekê, bi saya hevgirtinê, jin û xweza dê ji kapîtalîzm û modernîzmê rizgar bibin. Bi vê baweriyê ez we hemû bi hurmetî silav dikim.”