Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) bi rojeva pirsgirêkên ku elewî pê re rûbirû dimînin û rola elewiyan a di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de çi ye li oteleke li Amedê Komxebata Elewiyan li dardixe. Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, nunerên saziyên sivîl tev li bernameyê bûn. Li eywanê pankartên “Ma bi baweriya xo xo rêxistinê kenê sozê awankerdişê komelê demokratîkî danê” , “Jin Jiyan Azadî” “ Şaristanê ma yê Rizayî de cayê 72 metewan esto” hatin daliqandin. Komxebata ku dê du rojan bidome bi rêzgirtin û duayan dest pê kir.
Di komxebatê de ewilî hevseroka Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan axivî. Kadriye Dogan bal kişand ser armanca Komxebata Elewiyan û got: “Di Rojhilata Navîn de rol û misyona elewiyan çi ye? Divê elewî bi rê û rêbazêk çawa xwe pêş bixin û di civaka demokratik de bi çi awayî tevbigerin. Em ê li ser van mijaran bisekinin. Armanca me ew e ku divê em xwe bi nasname û baweriya xwe bi rêxistin bikin û di nava avakirina civaka demokratîk de cîh bigrin.”
Dû re hevşarêdarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn axivî. Dogan Hatûn jî dest nîşan kir ku ev bername ji bo avakirina civaka demokratîk gelek hêja û girîng e û ev tişt gotin: “Îro li Rojhilata Navîn li ser elewiyan êrişeke bêhempa tê meşandin em vê yekê îro li Sûriyeyê dibînin bi destê HTŞê elewiyan dikujin. Lê em ê bi hev re bicivin û bi hev re ji bo civaka demokratîk bixebitin.”
Piştî axaftinan Alî Sîzer çend beyt xwendin. Komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.