18 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê ciwan ji tiryak û hişbirê rizgar bibin’

Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîr têkildarî têkoşîna li dijî tiryakê axivî: "Di pêvajoyeke wiha de divê ciwan ji tiryak û hişbirê rizgar bibin û bi awayekî aştiyane bijîn. Divê herkes dest bide vê xebatê û em bi ser bikevin.”

Hevberdevka Platforma Şiyar Be ya têkoşîna li dijî tiryak û hişbirê parêzer Gulşen Demîr der barê xebatên xwe axivî. Gulşen Demîr diyar kir ku piştî avakirin û deklareya Platforma Şiyar Be, gelek xebatên wan çêbûne û destnîşan kir ku di çarçoveya xebatan de wan encamên baş bi dest xistine û li gorî wê bername û plansaziya xwe kirine. Gulşen Demîr ev tişt anî ziman: “Piştî deklareyê ku em daketin kolanan, me dît ku li gelek bajarên Kurdistanê ev pirsgirêka tiryak û hişbirê gelekî bandorê li gelê me dike. Ji ber wê yekê li her bajarê ku em çûnê, ji me xwestin ku em nûnertiya ‘Şiyar Be’ li wê derê jî ava bikin. Me jî li Şirnex û Êlihê bi nûnerên saziyên demokratîk re xebat û tecrûbeyên xwe yên di pêvajoya platforma ‘Şiyar Be’ de bi wan re parve kirin. Li van her du bajaran jî Platforma Şiyar Be hat avakirin. Niha bajarên Wan û Mêrdînê jî li benda me ne ku em li wan deran parvekirinên xwe bikin ku ew jî platforêmên xwe ava bikin. Piştre jî li bajarên din dê ev xebat bidome.”

Gulşen Demîr destnîşan kir ku dema platfoma xwe ava kirine dizanîbûne ku bi demkurtî çareserî nabe û wiha domand: “Rêyeke pir dirêj li pêşiya me heye. Ji bo em bigihîjin armanca xwe pêdiviya me bi sebrê û gelek xebatan heye. Heta niha li Amedê li gelek taxan me xebatên xwe kirin. Her wiha li sê parkên mezin ên navendî yên Amedê me ji bo 3 rojan kon veda û me xwest ku gelê me û kesên li ser hişbirê pispor in werin cem hev ku dikaribin biaxivin û çareseriyekê bi pêş bixin.”

Bi berdewamî Gulşen Demîr diyar kir ku ji xebatên ku pêş dixin encamê digirin û da zanîn ku di çalakiyên meş û danîna kon de gelek malbatên ku zarokên wan di nav pençê tiryak û hişbirê de ne xwe gihandine wan û alîkarî xwestine. Demîr ev agahî jî par ve kir: “Niha li Şaredariya Amedê yekîneyeke pispor heye ku ji bo vê dixebite. Malbatên ku tên cem me jî em arasteyî ew yekîneya pispor dikin.”

Ji bo tedawiyê dem pêwîst e

Der barê serlêdanên malbatan û dermankirinê jî Demîr destnîşan kir ku heta niha 10 malbatan serî li wan daye, ji gelek navçeyan jî daxwaza hevdîtinê çêbûye û diyar kir ku pêvajoya dermankirinê hinekî dirêj diajo. Gulşen Demîr bi lêv kir ku hevalên wan ên pispor xwe gihandine kesên ku serî li wan dane û dê tedawiya wan demekê bidome û da zanîn ku dibe ku ev 6-7 meh in li kolanan xebatên xwe dikin lê ji bo tedawiyê dem pêwîst e. Demîr got ku dê car caran encama xebatên xwe bi çapemeniyê re par ve bikin.

Dê navendekê ava bikin

Der barê xwe gihandina gel a platforma wan jî Gulşen Demîr ev tişt got: “Me belavokên xwe amade kiribûn. Standên me hene û her wiha li ser gelek platformên dîjîtal û yên ragihandinê em mijarê vedibêjin ku gel xwe bigihîne me. Em ê di demeke nêz de jî nevendekê ava bikin ku li navnîşanekê kesên bixwazin dikaribin xwe bigihînin me.”

Ne tenê ji pêkhateyên platformê dê kesên dildar jî dikaribin di nav vê xebatê de cihê xwe bigirin. Di vî warî de jî Gulşen Demîr wiha got: “Wekî platform di destpêkê de ji pêkhateyên nûnerên partî û saziyan pêk dihat. Lê em dixwazin kesên ku bi dildarî bixwazin tevli vê xebatê bibin werin cem me. Ji bo wê jî dikarin bi me re têkevin têkiliyê û tev li xebatên me bibin.”

Li şûna ku kesên mubtela werin serî li wan bidin dê ji bo xwe bigihînin wan û derman bikin xebatan dikin. Li ser vê mijarê jî Gulşen Demîr wiha got: “Di meha pêşiya me de em ê dest bi vê xebatê bikin. Li navçe û taxan em ê nûnertiyên xwe jî ava bikin ku bi rehetî dikaribin bi wan re têkiliyê deynin. Yên ku nikaribin werin serdanê jî dê hevalên me biçin xwe bigihînin wan.”

Bi komisyonan dimeşînin

Gulşen Demîr bi berdewamî wiha got: “Me li ser sê komisyonan xwe ava kiribû. Yek ji wan, komisyona rêxistinbûyînê. ya din komisyona çand û çapemeniyê bû. Ya din jî komisyona perwerdehî û stratejiyê bû. Hevalên me yên di komisyona perwerdehî û stratejiyê de ji bo materyalan xebatên xwe berdewam dikin. Divê saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û şaredariyên me her wiha bijarteyên vî gelî wekî, parlamenter, hevşaredar û hevsrokên partiyên me jî di nav van xebatan de cih bigirin. Lewre dê ev xwetevlêkirin ji bo pêşketina xebatên me û ji bo mînakgirtina gelê me hîn baştir be.”

Divê her kes dest bide vê xebatê

Gulşen Demîr diyar kir ku dê di 18-26ên Cotmehê de beşdarî fûara pirtûkan a ku dê li Amedê pêk bê jî bibin û xebata xwe bi gel re par ve bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em jî wekî platforma ‘Şiyar Be’ girîngiyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ lewma jî em dibêjin di pêvajoyeke wiha de divê gelê me, ciwanên me ji tiryak û hişbirê rizgar bibin û bi awayekî aştiyane bijîn. Divê herkes dest bidin vê xebatê û em bi ser bikevin.”