18 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Amediyan bertek nîşanî Nûnam Kûrtûlmûş dan

Welatiyên ji nimêja înê derketin, bertek nîşanî Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Nûman Kûrtûlmûş dan û jê xwestin gavên şênber biavêjin.

Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Nûman Kurtulmuş û hin endamên komîsyonê, ji bo çendek hevdîtinên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatin Amedê. Nûman Kûrtûlmûş û şandeya pê re nimêja înê li Mizgefta Mezin a li Sûrê kir. Têketina mizgeftê bi bariyerên polîsan hatibû girtin û li ser welatiyên derbasî mizgeftê bûn lêgerîn hate kirin. Piştî nimêjê, Nûman Kûrtûlmûş li meydanê daxuyanî da û got ku ew aştiyê dixwazin û ji bo temamkirina pêvajoyê bendewariyên wan hene. Welatiyan, ji ber neavêtina gavên şênber bertek nîşan dan. Hinek welatiyan gotin: “Heta ku Selahattîn Demîrtaş neyê berdan dê baweriya me bi pêvajoyê neyê.”

Nûman Kûrtûlmûş ku bertek û daxwazên welatiyan bêbersiv hişt, derbasî walîtiya Amedê bû û li vir bi Walî Mûrat Zorluoglû re hevdîtin kir.

Nûman Kûrtûlmûş piştre jî çû sredana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.