18 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş derb kirin

Çetîn Tutkun ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Karatepe ya Tekîrdagê tê ragirtin, bi sedema ku di dema tedawiyê de nexwest destên wî bên kelemçekirin, ji hêla cendirmeyan ve hate derbkirin.

Li gorî nûçe Ajansa Mezopotamyayê girtiyê nexweş ê bi navê Çetîn Tûran li nexweşxweneyê ji aliyê cendirmeyan ve tê derbkirin. Li gorî nûçeyê Çetîn Tutkun ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Karatepe ya Tekîrdagê tê ragirtin, di 6ê cotmehê de sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çorluyê hate kirin. Di dema tedawiyê de li Çetîn Tutkun hate ferzkirin ku destên wî bên kelemçekirin. Çetîn Tutkun ku li dijî vê sepanê derket, ji hêla cendirmeyan ve hate derbkirin. Piştî Çetîn Tutkun li dijî vê zextê derketî, ji bijîşk destûra nivîskî hate xwestin. Bi berteka bijîşk re cendirmeyan kelemçe derxistin. Lêbelê dema Çetîn Tutkun birin daşirê, dîsa destên wî hatin kelemçekirin. Çetîn Tutkun, dema anîn odeya bijîşk ji cendirmeyan xwest ku kelemçe bên derxistin. Li ser vê yekê cendirmeyan gefa “Dema em vegeriyan girtîgehê tu dê bibînî dê çi bi serê tê bînin” xwarin.

Çetîn Tutkun bertek nîşanî van gefan da û cendirmeyan Çetîn Tutkun li hundirê nexweşxaneyê derb kir. Piştî ku cendirmeyekî kamerayên nexweşxaneyê nîşan da, Çetîn Tutkun ê hatî derbkirin xistin wesayîta rîngê.

Girtiyê bi navê Ersan Nazîler ê ku ji ber nexwşînên xwe wî anîbûn heman nexweşxaneyê, bertek nîşan vê rêwşê dide û li ser vê yekê ambulans tê cihê rîngê û Çetîn Tutkun radikin beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Di muayeneyê de hate gotin ku birînên ji ber derbkirinê çêbûn, bi mudaxileya tibbî ya sivik nayên dermankirin. Hat zanîn ku cendirmeyan nehiştine Çetîn Tutkun ê ji serê xwe birîndar bûyî têkildarî travmaya serî were muayenekirin. Çetîn Tutkun ê ku dema vegeriyayî girtîgehê ferq kir ku ji serê wî xwîn tê, dîsa rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku di serê Çetîn Tutkun de birîneke biqasî 5 santîmetreyan vebûye.  Çetîn Tutkun, piştî tedawiyê xwest sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) were kirin. Lêbelê 4 rojan piştre hate sewqkirin.

Wekîla DEM Partiyê û endama Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) Newroz Uysal Aslan, têkildarî derb û îşkenceya hatiye kirin serî li ÎHÎKê da. Her wiha bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne pêşnûmepirs da Meclisê.

Di serlêdanê de hat xwestin ku bûyer ji her alî ve were ronîkirin, qeydên kamerayan bên parastin, der heqê cendirmeyên berpirsyar de lêpirsîn were destpêkirin û muayeneya bêyî kelemçeyê li hemû girtîgehan bikeve meriyetê.