18 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrazorê HSD bi malbatên şehîdan û şêniyan re civiya

HSD bi malbatên şehîdan û xelkê Dêrazorê re civiya. Di civînê de pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê hatin nîqaşkirin û guhdarî li xwestekên şêniyan hat kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi malbatên şehîdan û xelkê bajarokê Kîsra yê kantona Dêrazorê re ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siaysî yên dawî û guhdarîkirina li xwestekên wan civiya. Di civînê de nûnerên ji deste, meclisên xwecihî, komîn, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û xelkê kantona Dêrazorê amade bûn.

Civîna li Navenda Çandê ya bajarokê Kîsra li dar ketiye, bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir. Dûre ji fermandarên HSDê Baz bi xêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser pêdeçûnn siyasî yên li herêmê di warên neteweyî û navneteweyî de. Baz diyar kir ku HSDê li dijî astengî û planên aramiya herêmê hedef digirin, disekine û li gorî daxwazên gel tev bigere.

Şêniyan di nîqaşên xwe de behsa kêmasiyên xizmetguzariyê yên bingehîn, pêdiviya başkirina binesaziyê, astengiyên li pêşberî perwerde, av û tenduristiyê kir.

Endamê rêveber ê Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê Mihemed El Butum li axaftinên şêniyan guhdar kir û bersiv da. El Butum got ew ê li gorî derfetên heyî van pirsgirêkan çareser bikin û bal kişand ser girîngiya beşdarkirina civaka xwecihî di nexşekirina xebatên li bajarok de.