Li Stenbolê atolyeya Jineolojiyê yên sala 2025an dest pê dike. Dîroka qeydên atolyeyê di navbera 15-30ê cotmehê de ye. Qeydên atolyeya ku dê 2yê mijdarê dest pê bike, dê li ser navnîşana instagram/jineolojiaolyeleri bidomin. Bernameya atolyeya ku dê li navçeya Avcilar a Stenbolê bê destpêkirin, diyar bû.
Bernameya atolyeya ku dê di rojên Şemiyê de saet di 15.00-17.00an de bê lidarxistin wiha ye:
* Wek Pêşniyaza Zanista Jinê Jineolojî
* Rêbaz û Heqîqet
* Polîtîkayên Zayendê û Azadiya Zayenda Civakî
* Hevjiyana Azad
* Etîk-Estetîk û Azadî
* Di Sedsala 21an de Şoreşa Jinê