Sazî û rêxistinên Kurdan û dostên kurdan ên li Ewropayê, dê di pêşengiya KON-MEDê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8ê Mijdara 2025an de mîtînga “Ji Ocalan re azadî” li dar bixin. Dostên Kurdan di 10ê Cotmeha 2023an de bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” pêngavek dan destpêkirin. Pêngavê 3 sal li pey xwe hişt. Piştî pêngavê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata îsal de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Kurd û dostên kurdan di çarçoveya pêngavê de û ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 8ê mijdara 2025an de li bajarê Kolnê yê Almanyayê mîtînga mezin pêk bînin.
Hevseroka KON-MEDê Rûken Akça têkildarî meş û mîtînga ku li bajarê Kolnê ya Almanyayê di 8ê mijdarê de pêk bînin ji Xwebûnê re axivî.
Rûken Akça anî ziman ku di sed salên dawî de kurdan her dem têkoşiya ye û wiha got: “Gelek serok û rêberên kurdan hatin û çûn. Gelek ji wan hatin kuştin û darvekirin. Lê Rêber Apo dema di 1998an de bi destên hêzên navdewletî bi komployekê teslîmî Tirkiyeyê kir, Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît got ‘Em nizanin çima teslîmî me kiriye’. Ev lîstikên navdewletî ne. Wê demê xwestin bêyî kurdan amadekariya îro bikin. Xwestin li Rojhilata Navîn careke din bêyî kurdan planên xwe yên Lozanê bi rêve bibin.”
‘Divê kurd bi nasnameya xwe bijîn’
Rûken Akça da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 50 salin bê navber siyaseteke stratejîk dike û got: “Zêterî 40 sal in şerê çekdarî heye. Lê li cîhanê guhertin û veguhertin çêdibe. Eger em li Rojhilata Navîn hêz in. Eger em doza statu, ziman, çand û nasnameya xwe dikin, wê demê di sedsala 21an de divê kurd jî li ser axa xwe bi nasnameya xwe azad bijîn.”
‘Îro Rêber Apo li cîhanê tê qebûlkirin’
Rûken Akça, da zanîn ku di vê pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de ku hemû welat xwe bi çekan bi hêz dikin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gavek pir wêrek û gavek dîrokî avêt û destê aştiyê dirêj kir. Rûken Akça, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava kurd û tirkan, kurd û ereban û kurd û farizan de destê aştiyê dirêj kir û got: “Nêzî çend meh in muzakereyek tê kirin. Hikûmet û dewlet diçin bi Rêber Apo re hevdîtinê dikin. Bi taybetî piştî banga 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk, Rêber Apo dîsa kesayetiya xwe bi cîhanê da qebûlkirin. Di aliyê zanyarî, fîlozofî û ilmî de li hemû ewropa û cîhanê de tê naskirin. Îro rewşenbîr, akademîsyen û kesên xelata Nobelê girtine tev li fikrên Rêber Apo xwedî derdikevin. Îro wekî KON-MEd li Almanya 5 konfederasyonên me hene. Li çar aliyê Ewropayê pêkhateyên me hene. Hemû pêkhateyên me dê tev li meşê bibin.”
‘Êdî dostên kurdan hene’
Rûken Akca da zanîn ku ji 10ê Cotmeha 2023an heta niha li Almanyayê 3 meşên girseyî têne li darxistin û wiha got: “Meşa yekem di 10ê Cotmeha 2023an de bi pêşengiya dostên kurdan û jinan pêk hat. Me di vê meşê de dît ku çiqas dostên kurdan ji Rêber Apo re azadiyê dixwazin. Me di 4 salan de dît ku tecrîdek çiqas giran heye. Li dijî vê tecrîdê kurd û dostên kurdan bertekên xwe anîn ziman. Kurdan di 100 salên dawî de têkoşînek gelek mezin pêş xist. Lê heta niha di aliyê dîplomasiyê de xebatek baş nekiribû. Lê kurdan di van salên dawî de di aliyê dîplomasiyê de gavên gelek baş avêtin. Êdî dostên kurdan hene. Êdî tifaqên kurdan hene.
Rûken Akça, li ser meşa ku li Almanyayê bê lidarxistin jî agahi dan û wiha got: “Ji bo vê meşê bi mehan e xebat têne kirin. Dostên kurdan bi biryar in ku heta Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, dê çalakî bidomin. Divê êdî gavên şênber bêne avêtin da ku gel bawer bike. Sed sal in siyaseta li ser kurdan tê meşandin, nayê qebûlkirin. Kurdan di guhertin û veguhertinê de xwe ji nûve ava kir.”
‘Rêber Apo rêya dîplomasiyê vekir’
Rûken Akça, bal kişand ser girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Banga 27ê Sibatê li hemû cîhanê bandorek gelek mezin kir. Niha dema em li Almanyayê bi saziyên re hevditin dikin, dibêjin ‘Heta niha ji ber PKK di lîsteya terorê de bû me nikaribû bi were hevdîtin kiribûya. Lê ji ber niha PKKê xwe fesix kir, piştî Rêber Abdullah Ocalan ev bang kir, êdî rêya dîplomasiyê vekir. Rêyek nû li pêşiya Kurdan vekir. Ji bo kurdan rûpelek nû vebû. Dibêje hûn çi dikin bikin, çalakiyên xwe bi hêz bikin. Dostên kurdan dixwazin ku kurd bi israr bibin.”
‘Armanc azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye’
Rûken Akça li ser bernameyê jî rawestiya û ev agahî dan: “ Heta niha me gelek civîn pêk anîn. Koordîne hat avakirin. Wekî KON-MED me bi koordina giştî re civin pêk anî. Piştî wê me li Almanyayê bi 5 federasyonên xwe re civîn pêk anîn. Di her federasyonekê de koorîneyek hatiye avakirin. Armanca sereke ya vê meşê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Me bi dostên xwe û saziyên civakî re dan û stendin pêş xistiye. Me pankart û belavokên xwe amade kirine û em niha belav dikin. Li saziyan hatine belavkirin. Em li kolanan di nava gel de belav dikin. Malbatan ziyaret dikin. Malbatên me yên şehîdan û malbatên welatparêz em bi hevre vê xebatê dikin û di nava xebatê de cih digirin.”
Rûken Akça, da zanîn ku ev xebat li Holanda, Belçîka, Swîsre û Fransayê û hemû welatên nêzî Almanyayê xebat têne kirin û dê bimeşin Almanyayê.
Rûken Akça, da zanîn ku welatên dûr dê beriya mijdarê dest bi meşê bikin û di meha mijdarê de dê meş li her derê dest pê bikin û berê xwe bidin kolnê.
Rûken Akça, da zanîn ku di nava welatên Ewropa de welatê herî mezin Almanya ye û herî zêde Kurd li Almanyayê dijîn û got: “Ji ber vê yekê me biryar da ku em bernameyê li Kolnê pêk bînin. Heta niha karê dîplomasiyê bi gelek şexsîyetan re hevdîtin kirine. Heta niha gelek hevdîtin hatine kirin, lê emê di demên pêş de zelal bikin û raya giştî re parve bikin.”
Rûken Akça, herî dawî bal kişand ser bandora meşên li Ewropa û got: “Kurdan dema Rêber Apo dîl hat girtin, li ewropa gelek çalakiyên mezin pêk anîn. Kurdan wê demê agir berdan bedena xwe. Piştî banga Rêber Apo ya 27ê Sibatê ji Almanyayê bigire heta gelek welatên ewropa piştgiriyek mezin dan. Bi vê bangê nerîna civaka Ewropa gelek guherî. Piştî van çalakiyan û meşan Kurd bêtir tên nasîn û hezkirin. Niha dema qala kurdan tê kirin, kurd bi çalakiyên xwe tên naskirin. Dema em Newrozê li dar dixin, civaka Alman dibîne ku Kurd amadekariyeke mezin dikin.
Rûken Akça, herî dawî bang li hemû civaka kurd û dostên kurdan kir û got: “Divê di serî de jin û civaka kurd li nirxên xwe xwedî derkevin. Divê em dakevin qadan, beşdarî meşa aştî u demokrasiyê bibin. Dema Rêber Apo Azad bibe, dê civak jî azad bibe. Em dibêjin em ê bigêjin armanca xwe.”