Îsal dê di navbera 18-26ê cotmehê de li Navenda Kongre û Pêşengehê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî ya Amedê dê 9mîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bê lidarxistin. Di vê pêşangehê de dê 32 weşanxaneyên kurd û saziyên ziman û çanda kurdî jî cih bigirin û standên xwe vekin. Dê pêşangeh bi merasîmekê bê vekirin û 9 rojan bidome. Hevserokê YEW-KURDê û xwediyê Weşanxaneya Aramê Hekkî Boltan bal kişand ser girîngiya pêşangeha pirtûkan û ji bo xwîneran.
Hakkî Boltan destnîşan kir ku ew amade ne ku beşdarî pêşangê bibin û bendewariya xwîneran pêşwazî bikin. Hekkî Boltan ev tişt anî ziman: “Em hem wek Weşanxaneya Aram girîngiyê didin xebatên fuara pirtûkan ya bi giştî. Taybetî jî fuarên purtûkan ên li Kurdistanê tên li darxistin ji bo me cihê şanaziyê ye. Em li wê bi xabatên xwe xizmeta çanad û zimanê xwe dikin. Taybetî jî Fuara Pirtûkan a TUYAPê ji bo çand û zimanê kurdî pir bi bandore. Hedef û armac ew e ku li wê derê wek şahiya çand û ziman xwîner û nivîskarên kurd werin cem hev.”
Weşanxanaya Aramê jî di bi 36 berhemên xwe yên nû di vê pêşangehê de cihê xwe bigire. Hakkî Boltan li er tevlibûna berhemên xwe jî ev tişt anî ziman: Wek hemû weşanxaneyan Weşanxaneya Aram jî hemû amadekariyê xwe têkuz kiriye û beşdarê Fuara 9emîn ya TUYAPê bibe. Me ji serê salê û virve 36 berhemên kurdî û tirkî çapkir. Ji van berheman 13 jê bi kurdîne. Pirtukên me yên kurdî ji helbest, roman, bîranîn, etîmolojî , lêkolîn û ji hwd. pêk tên. Dê sitanda Aramê ji aliyê hêjmara berheman ve jî têra xwe dewlemend be. Li ser sitanda Aramê herî kêm dê pirtûkên 200 nîvîskaran hebe. Ev jî hêjmareke ne hindik e. Derfet heye ku ev hêj zêdetir be lê siyaseta qedexakar di pêşiya vê de astengiyên mezin derdixe. Xwendevan her tim çav li rêne ku berhemên nû derkevin û bixwînin. Weşanxaneya Aram jî ji bo vê lez da çapa pirtûkan. Em li bendê ne ku bi van kar û xebatan rengeke baş bidin fuarê.”
Hakkî Boltan ji bo xwîneran jî ev tişt anî ziman: “Xwendevan hêza me ya çand û zimanê kurdî ye. Ev hêz divê li fuarê û li ber weşanxaneyên kurdî; taybet jî li ber Weşanxaneya Aramê bin û dîlana pêşxistin û xurtkirina çand û zimanê kurdî geş bikin. Ziman erd û ezmanê Kurdistanê ye. Ew jî bi xwendin û nivîsê xwe dikemilîne. Em bang li hemû xwendevanên xwe dikin û dibêjin: Werin em hêz bidin erd û ezmanê welatê xwe yê bi zimanê kurdî yê şêrîn li ser kurd û Kurdistan hatiye tapûkirin.”