16 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

 Wêje

Wêjeya hemû gelên cîhanê bi wêjeya devkî destpêkiriye û piştre hatiye nivîsandin. Bi guhartin û xwenûkirina jiyana mirov û netewan re wêje jî formê nû digire û xwe nû dike.

Peyva wêje ji gotina ´´bêje´´ hatiye. Ereb jê re edeb an jî edebiyat dibêjin. Latînî jê re lîteratur dibêjin.

Ji hunera bûyeran, raman, hest û xeyalan bi awayekî spehî (estetîkî) bi rêya ziman hatî derbirînkirin re wêje tê gotin.

Wêjevan, an wêjenivîs her dem dixwazin tenêtî, evîn, keder, tengasî, nefret, hezkirin, hest û xeyalên mirov bidine nasandin. Ji ber mijara wêjeyê mirov û jiyan e. Dixwazin aliyên mirov ên baş û nebaş, rast û şaş, rind û xirab derxîne holê.

Heta ji wêjenivîsan tê hevpariya çarenivîs û giyanên mirovan îzah dikin. Wan bi hev didin naskirin û wêjeya xwe dikine amûra hevnaskirina wan. Bi vê xisletê wêje cîhanî ye. Lê nayê wê wateyê cudatî di navbera wêjeyên civak û netewan de tune ye. Her gel li gorî jiyana xwe ya civakî, aborî û siyasî çand û wêjeya xwe diafirîne.

Wêjehez bi riya rêkûpêkkirin û xweşikkirina peyvan derd, kul, keser, şadî û xweşiyên xwe tîne ziman. Raman, hêvî û xeyalên xwe bi peyvên spehî dixemlînin û pêşkêş dikin.

Wêje ne tenê tiştên hatine nivisîn. Lê belê her wiha ji tiştên nenivisî re jî wêje tê gotin. Wêjeya nivîsandî û wêjeya devkî, dibin du beş.

Li nav gelek gelên hê jî negihiştine serxwebûna xwe, wêjeya devkî li pêşiya wêjeya nivîsandî ye. Wêjeya hemû gelên cîhanê bi wêjeya devkî destpêkiriye û piştre hatiye nivîsandin.

Bi guhartin û xwenûkirina jiyana mirov û netewan re wêje jî formê nû digire û xwe nû dike. Ez dikarim bêjim wêjeya netewan neynika (awêna) netew û gelan e. Weke mînak mirov di gelek sitranên sedsalên bihurî yên kurdan de evîna di navbera evîndarên olcuda de dibîne. Mirov di nav sitran û çîrokên wê demê de dibînê gelên cuda li Kurdistanê bi hev re jiyane û têkiliyên wan ên civakî bi hev re hebûne. Van têkiliyan kiriye ku ciwanên olcuda bûbûna evîndarên hev. Mînak sitrana Matran Îsa, ya evîna Meyrema xiristiyan û Elî yê misilman tîne ziman. Ya din Derwêş Evdî yê êzdî û Edula misilman. An jî sitrana Kirîvo ya evîna keçika êzdî û kurikê misilman tîne ziman. Weke van sitranan bi dehan sitran hene jiyana hevbêş ya kurd, sûryan, ermenî, misilman, êzdî, sûnî û elewiyan nîşanî me dikin.

Tiştekî dinê îro em li nav wêjeya kurdî nabînin, ew e, sitran û çîrokên bi giranî şerên êlan anîne ziman in. Ew sitran li ser şerên êl û bavikan e, li ser şerên xal û xwarzêyan e, yên li ser şerên hevşêlandin û rêbirîna hev, em îro wan nabihîzin.

Em li sirûda kurdan ya netewî Ey Raqîb binêrin, em ê baştir xwenûkirin û guhêrîna wêjeyê bibînin. 

´´Ey reqîb her maye qewmê Kurdziman
Naşikê û danayê topê zeman.

Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.´´

Wê demê helbestvanê hêja Dildar li zindanê ye û Ey Reqîb li zindanê dinivîse. Ey Raqîb heta roja me weke sirûdê netewî hatiye. Ji gotinên sirûdê tê fêhmkirin, neyarên kurdan xwestina wan tune bikin û kurdan jî, ji bona nemirin li ber xwe dane.

´´Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin.

Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.´´

Dildar helbestvanê netewî, lewaziya kurdan ya wê rojê bi van gotanan tîne ziman. Ez bawer dikim heke îro sirûda kurdan hatibûna nivîsandin, Dildar dê negotibûna, ´´kes nebê kurd dimirin.´´ Dê gotibûna, ´´kes nebê kurd dê bêazadî bijîn, dê azad bihêje ala kurdan.´´ Ji ber kurdan kefenê mirinê dirandin û îro serkêşiya azadiyê di herêma xwe de dikin. Kurd ji wêjeya mirinê, derbasî wêjeya azadî û serkêşiyê bûne.

Dîsa sitranên kurdan ên nû, ne li ser lehengên şerên nav xwe ne. Li ser rizgarî û azadiyê, helbest, sitran, çîrok û romanên kurdan têne nivîsandin. Xwenûkirin û guhêrîna wêjeyê bi jiyana gel û netewan re di wêjeya kurdan de gelekî vekirî xuya dike.

Heke îro dengbêjekî/ê kurd rabe û sitranekê li ser şerê hevkuştina êlan bisitirê, kêm kes dê lê guhdarî bikin û gelek kes dê pê bikenin.

Wêjevan wênekêşên dema xwe ne û wêje jî neynika dema hatî gotin, an hatî nivîsandin e.