15 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye

Komîteyek Leşkerî û Ewlehiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Sûriyeyê Şamê ye. Komîte dê mijarên ewlehî û leşkerî bi rayedarên hikûmeta veguhêz re gotûbêj bike.

Hevdîtinên dîplomatîk ên li ser pêşeroja Sûriyeyê yên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Demkî ya Şamê didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawer ANHAyê ku parve kiriye komîteyeke leşkerî û ewlehiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh êvarê gihîşt paytexta Sûriyeyê Şamê.

Komîte ji endamên Fermandariya Giştî ya HSDê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, berdevkê HSDê Ebcer Dawud û ji fermandarên HSDê Şakir Ereb, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilêr Hisên Temo, Elî Xidir El Hesen, Mistefa Mehmûd Delî, Aho Êlyo Lehdo, cîgira hevserokên Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîn Mistefa pêk tê. Endamên komîteyê dê bi rayedarên leşkerî û ewlehiyê yên wezaretên parastin û karên hundirîn ên hikumeta demkî re mijarên ewlehî û leşkerî gotûbêj bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di 11ê cotmehê di hevpeyvînekê li gel Ronahî Tv de ragihandibû ku komîteyeke leşkerî û ewlehiyê dê di demek nêzîk de biçe Şamê.

Her wiha li aliyê din wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, wezîrê Parastinê Yaşar Guler û rêveberê Îstîxbaratê Îbrahîm Kalin duh li Enqerê bi Wezîrê Karên Derve yên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed Şêbanî, wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û rêveberê Îstîxbarata Giştî Huseyîn Selame re civiyabûn.