Saziyên zimanê kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk dê ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Kurdî di 15-16ê cotmehê de li Wanê pêk bînin. Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar, têkildarî komxebatê pirsên Rojnameya Xwebûnê bersivandin.
Gelo armanca vê komxebata bi navê ‘Stratejî û polîtîkayên ji bo têkoşîna zimanê kurdî’ çi ye? We bo çi pêdivî bi komxebatê dît?
Di serî de dixwazim destnîşan bikim ku navê komxebatê armanca komxebatê radixe ber çavan. Dîsa jî ku em bi hevokekê diyar bikin, em dikarin bibêjin ku, armanca bingehîn a vê komxebatê ew e ku, di çarçoveya hişmendiya civakeke azad û neteweya demokratik de, ji bo hemû qadên civakî û jiyanî yên li bakurê Kurdistanê, stratejî, polîtîka, nêzîkatî, helwest û bernameyên şênber ên giştî û xweser ên ji bo têkoşîn û xebatên parastin, pêşvebirin û hilberandina zimanê kurdî yên ji her milî ve diyar bike.
Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku, “Ziman ji bo neteweyekê ji nan û avê giringtir e û kesên ku nikarin li zimanê xwe xwedî derkevin, nikarin li tu tiştî xwedî derkevin.” Li ser bingeha vê heqîqeta xwebûnî û gerdûnî, zimanê me kurdîi wek netewe ji bo me kurdan ji nan û avê girîngtir e. Zimanê kurdî ji bo me kurdan xal, mijar û heybereke hebûnî û xwebûnî ya neteweyî û civakî ye, xet û çavkaniyeke sereke ya jiyaneke birûmet, azad û serfiraz e; ji wê wêdetir mijareke bingehîn a hebûn û tunebûnê, man û nemanê ye.
Ji ber vê yekê, me wek hemû saziyên zimanê kurdî û hemû sazî û derdorên xwebûnparêz di vê pêvajoya dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve weke pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hatiye pênasekirin de, careke din bi taybetî nirxand ku peywir û berpirsyariyeke herî sereke ya me hemû kurdan ew e ku em têkoşîn û xebatên ji bo zimanê kurdî ji her alî ve li her derê belav bikin, bi rêxistin bikin û bi rengekî mayînde saz bikin. Ji ber ku meşandina têkoşîn û xebatên ji bo zimanê kurdî, ne tenê berpirsyarî û peywira saziyên zimanê kurdî, derdor û kesayetên zimanparêz e; berevajî peywir û berpirsyariya me hemû kurdan e.
Li ser bingeha vê rastiyê, em lidarxistina vê komxebatekê ya di vê merheleyê de pir pêwîst dibînin, ku hemû beşên civaka kurd dê cihê xwe tê de bigirin, ji rewşa zimanê kurdî haydar bibin, rista zimanê kurdî ya ji bo hebûna neteweya kurd û avakirina civaka demokratîk binirxînin û ew jî xwe weke kirde û şirîkên têkoşîna ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bibînin, li gor rist û peywira xwe, di avakirina stratejiyeke giştî ya tevahiya neteweya kurd û stratejiyeke xweser a qadên xwe û meşandina polîtîka, bername, karname û plansaziyên giştî û xweser ên şênber û mayînde yên ji bo zimanê kurdî de rista xwe bînin cih.
Di vê çarçoveyê de em hemû beşdarên komxebatê armanc dikin û dê hewl bidin ku li hemû sazî, qad, wargeh û jîngehên xwe yên têkoşînê, bi taybetî li hemû qad, wargeh û jîngehên neteweya kurd ên civakî û jiyanî, li her derê bakurê Kurdistanê û li her bajarekî ku kurdek lê dijî, li dijî her cureyê kurdîkujiyê, li aliyekî li dijî pergala desthilatdar û mêtinger têkoşîna bidestxistina statuya ji bo kurdî, perwerdehiya bi kurdî û azadî serbestiya kurdî ya li hemû qadên hiqûqî, siyasî û jiyanî, li aliyê din jî li ser bingeheke xwebûnî û gerdûnî ya azadîparêz û demokratik de, hem ji aliyê bîrdozî û hişmendî ve, hem ji aliyê hîndekarî/perwerdehî û sazîbûyînê ve, têkoşîn û xebatên herî dorfireh, tevgir û mayînde yên ji bo zimanê kurdî ji her milî ve birêxistin bikin. Bêguman, ev yek jî, berî her tiştî bi diyarkirina ‘Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo kurdî’ û bi awayekî herî şênber, domdar, piralî, afirîner û encamgir bicihanîna wan pêkan e.
Kî vê komxebatê organîze dike? Dê kî beşdar bibin? Amadekariyê wê di çi astê de ye?
Ev komxebat li ser navê gelek saziyên zimanê kurdî û platforma saziyên demokratik, ku di nav de hemû qad, partî û saziyên kurd ên demokratik û azadîparêz ên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê cih digirin tê lidarxistin. Di serî de ji qada zimên bigirin heta qadên jin, zarok û ciwanan, siyaset û rêveberiyên xwecihî bigirin heta qadên hiqûq û dîplomasiyê, ji qadên çand, huner û wêjeyê bigirin heta qadên kedkar, ekoloji, perwerde û bîr û baweriyê, ji qadên çapemenî û weşangeriyê bigirin heta gelek qadên din ên civakî tê de cih digirin.
Ji bo meşandin û birêvebirina kar û barên komxebatê, li ser navê hemû pêkhateyên komxebatê komîteyeke amadekar bi mehane kar û xebatên xwe dimeşîne. Di komxebatê de 8 komên sereke cih digirin. Lê di gelek koman de, li gor xal û mijarên xweser jî çend beşên cuda hene. Komxebat dê du rojan, her rojekê 4 rûniştin, tevahî wek 8 rûniştin bê lidarxistin. Kom û beşên koman ên ku hatine diyarkirin çend roj in bi awayekî komî pêşamadekariyên xwe dikin. Di rojên komxebatê de, di her rûniştinekê de çend beşên koman dê pêşkêşiya xwe peşkêş bikin. Piştre jî hem hemû beşdarên komên din, hem jî hemû beşdarên ku li wê derê amade ne (nivîskar, hunermend, kesayetên ji sazî û derdorên cuda, bi taybetî beşdarên ji nava gel) dê bi rexne, nirxandin û pêşniyazên xwe pêşkêşiyên koman berfirehtir û dewlemendtir bikin.
Di komxebatê de dê çi bên niqaşkirin? Bêtir hûn ê li ser kîjan xalan rawestin? Çima?
Komxebata me dê nîqaş û nirxandinên xwe li ser xal û mijarên ku me li jor diyar kirine bikin. Dê li ser xal û mijarên wek di tevgera azadiyê û neteweya demokratik a kurd de zimanê kurdî û stratejiya û politîkayên têkoşîna ji bo zimanê kurdî, di têkoşîna ji bo zimanê kurdî de têkilî, girîngî û rista jin, zarok, ciwan, çand, wêje, huner, siyaset, çapemenî, weşangerî, ekoloji, perwerdehî, tenduristî, bîr û bawerî, û rêveberiyên xwecihî, hiqûq, dîplomasî û gelek xal û mijarên din pêşkêşî, nirxandin û pêşniyaz bên kirin, ya herî girîng dê hewl bê dayîn ku biryar bên girtin.
Em ê di komxebatê de, herî zêde ji bo ku derbarê hemû xal û mijaran de gelek biryarên şênber û diyarker ên ku divê her kes pêk bîne bên girtin hewl bidin. Helbet ji bo pêkanîna vê jî, em ê bi taybetî hewl bidin ku di encama komxebatê de mekanizmayeke mayînde ya herî berfireh a ku ji hemû qad û pêkhateyên komxebatê pêk tê ava bikin, da ku ev mekanîzma bikeve nava hewldana pêkanîna biryarên ku di komxebatê de hatine girtin; dîsa da ku ev mekanîzma bikaribe her dem û li her derê bakurê Kurdistanê û li her derên Tirkiyeyê yên ku kurd lê dijîn di asta herî jor de têkoşîna ji bo zimanê kurdî bide meşandin, komxebatên wiha domdar û mayînde bike, li her qadê komxebatên xweser bide lidarxistin, bikeve nava hewldanên lidarxistina konferans û kongreyên zimanê kurdî yên li her çar milên Kurdistan, Ewropa û welatên din ên cîhanê, bi taybetî pêşengiyeke şênber û mayînde ya têkoşîn û xebatên ji bo statuya kurdî û perwerdehiya bi kurdî, dîsa têkoşîn û xebatên hişmendî, rêxistinkirin, hîndekarî, perwerdehî û sazîbûyîna zimanê kurdî ya li her jîngeheke civaka kurd.