15 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hamasê dîlgirtiyên îsraîlî radestî Xaça Sor kir!

Hamasê di çarçoveya peymanê de koma ewil a dîlgirtiyên îsraîlî radestî Xaça Sor kir.

Di çarçoveya “Plana aştiyê” ya DYAyê de li Xezeyê agirbest hate ragihandin. Bi agirbestê re di navbera Hamas û Îsraîlê de pevguhertina dîlgirtiyan dest pê kir. Hamasê, 7 dîlgirtiyên îsraîlî di bin çavdêriya Xaça Sor de radest kir.

Navên dîlgirtiyên hatine berdan ev ev in; Matan Angrest, Alon Ohel, Guy Gilboa-Dalal, Gali Berman, Ziv Berman, Eitan Mor û Omrî Mîran.

Ji bo berdana dîlgirtiyan li Tel Avîvê bi beşdariya deh hezaran kesan çalakî hat lidarxistin. Her wiha li seranserî welat berdana dîlgirtiyan hate temaşekirin.

Hamasê ragihand ku li hemberî 20 dîlgirtiyên zindî dê 1900 girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de bên berdan. Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê, dîlgirtî dê li Xezeyê, Deyr el-Belahê û Han Yunusê bên berdan.

Hamasê ragihand ku dê saet derdora 10.00ê beşeke din a dîlgirtiyan berde.