14 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Êlihê mitînga “Aştî û Civaka Demokratik” pêk hat

Li Êlihê Platforma Saziyên Demokratîk mitînga “Aştî û Civaka Demokratik ” li dar xist. Di mitîngê de, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kilicgûn Uçar xwest komîsyon here Îmraliyê û got: “Divê komîsyon wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêrek tev bigere.”

Li Qada Çariyan a Êlihê bi Platforma Saziyên Demokratîk mitînga “Aştî û Civaka Demokratîk” hat li dar xistin. Di encma xebatan bi rojan a ji bo mitîngê bi hezaran kes bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” herikîn qadê. Xelkê Êlihê ji jin û ciwanan bigre, ji 7 saliyan heta 70ê saliyan bi rengê xwe beşdarî mitîngê bûn. Girseyê li qadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, parlamenterên DEM Partiyê û bi hezaran kes tev li mitîngê bûn.

Mitîng bi axaftina komîteya amadekar ve dest pê kir. Li ser navê komîteya amadekar Hevseroka DEM Partiyê ya Êliyê Semra Guneş girse silav kir û got: “Dem dema aştiyê, dem dema azadiya birêz Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan azad nebê aştî pêk nayê.”

 “Divê komîsyon biçe li Abdullah Ocalan guhdar bike”

Paşê berdevka HDKê Meral Danis Beştaş derket ser dikê û diyar kir ku ew ê “Civaka Demokratîk” ava bikin û got: “Gelê kurd her dem ji bo aştiyê li berxwe da. Birêz Ocalan ji salên 90î de heta îro sekna aştiyê nîşan dide. Komîsyon hat avakirin ev tiştekî cara yekemîn e. Divê komîsyon herê Îmraliyê birêz Abdullah Ocalan guhdar bike. Birêz Ocalan aktorê serêke ye. Divê bingeha pêvajoyê bê avakirin. Zagon nebe pêvajo baş nameşe. Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin, daxwaza me ev e. Ev mitîng ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê. Çareserî di nava “Civaka Demokratîk” de ye.”

“Divê komîsyon wekî Rêberê Gelê Kurd wêrek be”

Piştre Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar derket li ser dikê û destnîşan kir ku Êlih her dem ji bo tevahî neheqiyê berxwe da û wiha axivî: “Ev têkoşîn bi bîrê didome. Sekna li dijî felsefa “Jin Jiyan Azadî” her dem bi dijminantî pêk hat. Em li vir dibêjin di şexsê Rojîn Kabaîş de em soza tevahî jinan didin. Wekî tê zanîn pêvajoyekî dest pê kiriye. Lê gelek dengên cûda tê hene. Hêj navê pêvajoyê nehatiye danîn. Aliya gelê kurd her tiştî kir. Birêz Abdullah Ocalan bang kir PKKê xwe fesix kir, çêk şewitand. Lê aliyêdin em dineri tu tişt nehatiye kirin. Komîsyon hat avakirin. Lê di nava komîsyonê de bawerî tune ye. Komîsyonê li her kesî guhdar kir. Lê tenê li birêz Abdullah Ocalan guhdar nekiriye. Divê komîsyon wekî Rêberê Gelê Kurd wêrek be.”

“Deriyê Îmraliyê neyê vekirin pêvajo naçê dawiyê”

Çîgdem Kilicgûn Ucar da zanîn ku pêvajo firsendekî dîrokî danî pêşiya her kesî û wiha pêde çû: “Ev ne cara yekemîn e ku pêvajo tê meşandin. Aliyê gelê kurd dilrast e. Piştî xwefesixkirina PKKê divê zarokên kurd hatiban di nava gel de. Ji bo na wê divê “TMKê” bê rakirin. Gelên ku li Tirkiyê bi hev re dijîn ne dijminê hev in. Lê tê xwestin ku ev wisa bibê. Divê gelê me nekevê di nava şerên taybet de. Birêz Abdullah Ocalan sermuzekerevan ê pêvajoyê ye. Îro gelê Êlihê bi pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd tê gel hev. Deriyê Îmraliyê neyê vekirin pêvajo naçê dawiyê. Tê xwestin girava Îmraliyê bibe girava şer. Lê li wir şer derneket, aştî derket. Gelê kurd jin, zarok û mer yek e.”

Piştî axaftinan Xero Abbas derket li ser dikê û stranên xwe got û mitîng dawî bû.