Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd û Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) tekildarê 9emîn Peşengeha Pirtûkan a Amedê ku di 18-26ê Cotmehê de bê lidarxistin civîna çapemeniyê pêk anîn. Endamên Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd û YEW Kurd tevlî civîna çapemeniyê bûn. Civîn li avahiya komeleyê li dar xistin. Hevseroka YEW KURDê Asya Genim bi kurmancî, Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Hacî Ozkal jî bi zazakî daxuyanî xwendin.
Asya Genim têkildarê pêşengeha pirtûkan ku di 18-26ê cotmehê de bê vekirin axivî û got: “Em ê di 18-26ê cotmehê de li Amedê pêşengeha pirtûkan (Tuyap) li dar bixin. Weşanxaneyên kurdî bi pirtûk, nivîskar û bi helwesta xwe ya kurdî wê beşdarî vê fuarê bibin. Wek em dizanin xebatên çand û ziman hemû beşên civakê têkildar dikin, bi hewldan û xebatên hin saziyên kurdî, nivîskar, weşanger, rojnamegeran problema ziman û bişaftinê heta radeyekê tê çareserkirin. Civaka kurdan bi hemû beşên xwe, bi siyaset, aborî, medya, sazî û dezgeyên xwe berpirsê zimanê xwe ne. Divê li gorî girîngiya vê berpirsiyariyê tevbigerin.”
‘Li kok û bîra xwe xwedî derbikevin’
Asya Genim li ser armanca pêşengehê jî rawestiya û wiha got: “Her mirovê hişnas û hişmend bi vê yekê baş dizane; mirov hewcedarî ziman e. Civaka bêziman bê kok e, bê bîr e, civaka bîra wê hedimî gav bi gav ji giyanê azadiyê dûr dikeve. Werin em bi hev re bîra xwe xwedî derkevin. Armanca me ev e, em bi xebatên çand, ziman, huner û rewşenbîriyê, civakê li rêgeha wê, ango li reseniya wê vegerînin. Xwendin di pêşketina hişê mirov û hişê civakî de tevgera herî bi bandor e. Pêşketina civakê xwe li gorî rêjeya xwendinê çêdike. Dema me, aboriya me têra her karî dike, em dema xwe û aboriya xwe hêjayî her bûjen û karî dibînin. Lê di xwendin û kirîna pirtûkan de em çikûsiya demê û çikûsiya kirînê dikin.”
‘Afirîneriya xwe bi kurdî bikin’
Asya Genim di dawiya axaftina xwe de dîyar kir ku wekî cihanê divê gelê kurd jî aliyê hişmendiyê, aliye xwendin û aliyê ziman xwe derxîne pêş û axaftina xwe de wiha bi dawî kir: “Pirtûk qadeke serbixwe û qadek e azad e ku ti desthilatdar nikarin wê qadê bi dest bixin. Qadên ji destwerdana desthilatdaran re nê pêkan bin ew qad hêvî û hêza azadiya mirov xurt dikin. Em jî wek her civaka dinyê xwendina xwe, siyaseta xwe, ramangeriya xwe, afirîneriya xwe bi zimanê xwe, bi kurdî bikin. Berxwedana herî mezin a li hemberî bişaftinê, axaftin û xwendina kurdî ye; bi vê şiyarê, hişê hatiye fesilandin wê saziyên kurdî, berhemên kurdî û xebatên kurdî, a girîng jî wê ruhê kurdî hembêz bike. Ziman ala neteweyan e, ziman metrîsa berxwedanê ye, ziman ezmanê me ye, ziman xaka me ye, ziman doza herî mezin a hebûnê ye.”