Fîlozofê Tûnisî Fathî Trîkî, têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) peyamek şand û piştgirî da.
Fîlozof Fathî Trîkî, pêvajoya bi boneya çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin weke “dîrokî” nirxand û got: “Weke fîlozofê Tûnisî Fathî Trîkî ez piştgiriyê didim pêvajoya aştiyê ya ya dîrokî ku li Tirkiyeyê ji bo civaka kurd hatiye destpêkirin. Kurd, xwedî wî mafî ne ku azad û birûmet tev li jiyana sivîl û siyasî bibin.”
Fathî Trîkî kî ye?
Fathî Trîkî di 30ê Gulana 1947an de li bajarê Sfaxê yê Tûnisê ji dayik bû. Fîlozofekî girîng ê Tûnisî ye. Li Fransayê perwerde bû û doktoroya xwe jî li Zanîngeha Sorbonneyê temam kir. Kariyera xwe ya akademîk li Tûnisê domand û li Zanîngeha Tûnisê weke profesorê felsefeya hemdem xebitî. Di heman demê de li Fakûlteya Wêje û Zanistên Beşerî ya Zanîngeha Sfaxê dekantî kir. Ji sala 1997an heta niha jî serokê Kursiya Feslefeyê ya UNESCOyê ji bo Cîhana Ereban avakirî ye. Rêgeza “Pêkvejiyaneke birûmet” esas digire û xebatên wî li dora vê fikrê teşe digirin.