Mihrîcana Çand û Hunerê ya ji hêla Şaredariya Nisêbînê ya Mêrdînê ve tê lidarxistin ku dê 4 rojan bidome, şevê din bi konsera hunermend Sûavî dest pê kir. Konser, li Qada Newrozê hat lidarxistin û bi hezaran kes tev li bûn. Hevşaredarên Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan û Selahattîn Ay beriya konserê axivîn.
Piştî axaftinan, Sûavî derket ser dike. Hunermend Sûavî bi stranên xwe coş û germahiyek mezin bi beşdarên mîhrîcanê ava kir. .