13 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îlham Ehmed û Şerwan Şerwanî ji bo Nobelê namzet hatin nîşandan

Parlamenterên Partiya Sor a Norwêcê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û rojnamegerê girtî Şerwan Şerwanî ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2025an namzet nîşan dan.

Parlamenterên Partiya Sor a Norwêcê (Rødt) Seher Aydar û Mimir Kristjansson Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Şerwan Şerwanî yê ku ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê ji Cotmeha 2021ê û vir ve li zindanên PDKê tê ragirtin ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet nîşan dan.

Parlamentera Partiya Sor Seher Aydar diyar kir ku Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed ji ber hewldanên xwe yên diyalog, mafên jinan û aştiya li herêmê ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet nîşan da.

Seher Aydar bal kişand ser hewldanên Îlham Ehmed ên ku hewl dide aliyên şer ên li Sûriyeyê tevlî diyalogê bike û bêyî cudahiya nasnameya olî û etnîkî bike paşerojeke hevpar ava bike. Îlham Ehmed ku bi taybetî bi têkoşîna xwe ya li qada mafên jinan, bi hewldanên xwe yên xurtkirin û rêxistinkirina jinan a di nava şert û mercên şer de li qada navneteweyî hêja tê dîtin. Seher Aydar got, “Xelata Aştiyê ya Nobelê ya ku ji Îlham Ehmed re bê dayin wê tevkariyê li naskirina sîstema pir çandî, demokratîk û wekhev a li Rojava bike.” Seher Aydar işaret bi kevneşopiya mafên mirovan û aştiyê ya li Norwêcê kir û destnîşan kir ku welatê wê divê bi rengekî hîn çalak piştgiriyê bide hewldanên aştiyê yên li herêmê.

‘Kurdistan hêjayî xelata aştiyê ye’

Parlamenterê Partiya Sor Mimir Kristjansson jî rojnamevan Şerwan Şerwanî ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê kir namzet ku ji ber têkoşîna xwe ya azadiya fikrî û têkoşîna li dijî nelirêtiya li Kurdistanê di zindanê de ye. Mimir Kristjansson got, “Kurdistan hêjayî xelata aştiyê ye. Şerwan Şerwanî ne tenê ji bo azadiya Kurdistanê her wiha ji bo têkoşîna li dijî zext û nelirêtiyê jî sembolek e.”

Parlamenter xwest, namzetiya Şerwan Şerwanî ji bo hemû girtiyên siyasî yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bibe hêvî. Kristjansson işaret bi girîngiya azadiya çapemeniyê kir û got, “Li Kurdistanê bêyî çapemeniya rexnegir û azad demokrasî nabe. Norwêc divê di vê mijarê de dengê xwe bilind bike.”

Mimir Kristjansson her wiha ragihand ku xelata aştiyê divê ne ji lîderên dewletan ên xurt re bê dayin, divê ji wan kesan de bê dayîn ku di oxira edalet û azadiyê de berdêl dane û got, “Ev xelat divê ji mirovên wêrek re bê dayin ku li hemberî otorîteyê li ber xwe didin.”