13 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di pêvajoyên perwerdehiyê de girîngiya zimanê dayikê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Perwerdehiya bi zimanê dayikê ne tenê hilbijartinek pedagojîk e, di heman demê de pêdiviyeke mirovî, çandî, psîkolojîk û civakî ye jî. Ew di gelek waran de roleke diyarker dilîze

Di jiyana civakî, parastina nasnameya çandî û pêşxistina behreyên mirov ên têgihiştinî de amûra herî bingehîn, pewrerdehî ye. Çawaniya perwerdehiyê rasterast pêşeroja takekes û civakê diyar dike. Di vê çarçoveyê de, hilbijartina zimanê ku di perwerdeyê de tê bikaranîn hêmaneke girîng e ku ne tenê ji aliyê pedagojîk ve heman demê ji  aliyê civakî, derûnî û çandî ve  jî roleke girîng dilîze.

Zimanê dayikê, bingeha têgihîştina mirov a cîhanê, nasname û têkiliyên wî/wê yên civakî jî diyar dike. Ji ber vê yekê, bikranîna zimanê dayikê di navenda hemû pêvajoyên perwerdehiyê de ji bo pêşveçûna takekesî û civakî pir girîng e. Girîngiya zanistî, derûnnasî, çandî û civakî ya di perwerdehiya bi zimanê dayikê, beşdariyên vê rêbazê yên di pêvajoyên perwerdehiyê de nayê nîqaşkirin.

Ji kêliya ku zarokek tê dinê û heta dawiya ciwaniya xwe bi zimanê xwe yê dayikê dest bi fêrbûn heyîn û heyberên dora xwe û naskirina civakê dike.  Têgih, hest, têkilî û ramanên pêşîn, pêşî bi rêya zimanê dayikê di bîra zarokê de bi cih dibin. Ji bo wê, divê pêvajoya perwerdehiyê bi zimanê dayikê yê zarok were xurtkirin.

Lêkolînên zanistî jî  nîşan didin ku dema zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin, ew cerbeziyên xwendin û nivîsandinê zûtir bi dest dixin û serketina wan a akademîk çêtir pêş dikeve. Perwerdehiya ku bi zimanekî biyanî an jî zimanekî duyem dest pê dike, hêza têgihîştin û derbirîna zarokan/xwendekaran sînordar dike. Lewre xwendekar hewl didin ku ziman fêhm bikin, ne ku li ser naveroka wate û waneyê bisekinin.

Ev yek barê mêjiyê zarokê giran, fêrbûna wî/wê kêm, daxwaz û hewesa wî/wê qels dike. Ji aliyê din ve perwerdehiya bi zimanê dayikê, têgihîştina rasterast a têgehan, xwemalîkirina zanînê û ezmûna fêrbûnê kûrtir û gengaztir dike.

Ziman hêlîna ramanê ye. Mirov bi rêya zimanê dayikê difikirin, têgihan diafirînin û agahiyan bi dest dixin.  Zimanê dayikê ew amûr e ku şêwaza fikirandina takekesî bi awayê herî xwezayî nîşan dide. Kesekî/e ku perwerdehiyeke baş bi zimanê dayikê wernegirtibe, teqez dê di pêşxistina ramaneke razber, hişekî rexnegir û çareserkirina pirsgirêkên afirîner de bi astengiyan re rû bi rû bimîne. Bi taybetî di bîrkarî, zanist û zanyariên civakî de, xwendina bi zimanê dayikê dike ku xwendekar mijaran çêtir fêhm bike.

Perwerdehî tenê ne veguhestina zanînê ye, heman demê alava veguhestina nirxên çandî ya ji nifşekî ji bo nifşê din e jî. Zimanê dayikê bîra civatekê ye; stran, çîrok, gotinên pêşiyan, biwêj û berhemên wêjeyî û çandî bi saya zimanê dayikê tên parastin. Bikaranîna zimanê dayikê ya di navenda hemû pêvajoyên perwerdeyê de, xweewlehiya xwendekar û hişmendiya wî/wê ya têkildarî nasnameya çandî civakî û neteweyî xurtir dike. Bidûrketian zimanê dayikê dibe sedema qeyrana nasnameya çandî û civakî

UNESCO û gelek rêxistinên navneteweyî jî teqez dikin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê di parastina cihêrengiya çandî de roleke girîng dilîze. Zimanê yekem ku zarok fêr dibe di heman demê de zimanê cîhana wî ya hestyarî ye.

Hestên bingehîn ên wekî evîn, tirs, şahî û fikar bi zimanê dayik têne derdbirin.. Di pêvajoya perwerdehiyê de pêwîstiya bi zimanekî cuda  di binhişîna xwendekaran de biyanîbûn û bêewlehiyê diafirîne. Ji aliyê din ve zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin, hest û ramana xwe bi hêsanî derdibirin. Hestên aîdiyetê pêş dixin û di perwerdehî, hindekarî û  fêrbûnê de helwestek erênî nîşan didin.

Gelek derûnnas jî diyar dikin ku xwendekarên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê dibînin, li gel xweewleyiya wan behreyên wan ên ragiahndinê jî xurtir dibin. Ev yek jî bingeha serketina xwendekar a akademîk tebûttir dike.

Perwerdehiya bi zimanê dayikê tenê ne ji bo takekes, ji bo civakê jî pir girîng e. Şert û mercên bingehîn ên sazûmaneke demokratîk ku hemû endamên civakê di pêvajoyên  perwerdeyê de wekhev dibîne jî pir girîng e.  Kesên ku zimanê wan ê dayikê cuda ye û ji mafên perwerdehiya bi zimanê xwe yê dayikê bêpar dimînin, di dil û mejiyê xwe de newekheviya civakî di dil û mejiyê xw de dihisînin.   Ev yek dibe zerarê de hevahengî, yekîtî û hevgirtina civakî. Perwerdehiya bi zimanê dayikê beşdarbûna takekes jiyana civakî çalaktir û azadiya wan a derbirinê ya di pêvajoyên demokratîk de hêsantir dike. Ev yek aştî û hevgirtina civakî xurt dike.

Neteweyên Yekbûyî û UNESCO teqez dikin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovan e. Li gor raporên UNESCOyê, yek ji sedemên herî girîng ên rêjeyên terikandina zû ya dibistanê li çaraliyê cîhanê ew e ku xwendekar nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin. Nimûneyên perwerdehiya pirzimanî yên ku li gelek welatan hatine bicihkirin, girîngiya zimanê dayikê di perwerdehiyê de nîşan didin.

Welatên wekî Fînlandiya, Kanada, Swîsre û Hindistan bi guncandina serketî ya pirzimanîyê di nav sîstemên xwe yên perwerdehiyê de hem destketiyên takekesî û hem jî yên civakî bi dest xistine.
Kesên ku zimanê xwe yê zikmakî baş dizanin, di hînbûna zimanê duyem an sêyem de serketîtir in. Lewre fêrbûna ziman li ser rêziman û çarçoveya têgihî ya heyî ava dibe. Perwerdehiya bi zimanê dayikê şemaya derûnî ya takekesî xurt dike, ku ev yek fêrbûna zimanekî biyanî hêsantir dike. Ji ber vê yekê, perwerdehiya bi zimanê dayikê û fêrbûna zimanekî biyanî ne vebijarkên hev in, temamkerên hev in.

Dema ku polîtîkayên perwerdehiyê yên li ser zimanê dayikê bi pirzimanî pêk werin, takekes dikarin têkiliyên xwe bi çanda xwe re biparêzin û di cîhana gerdûnî de roleke çalak bigirin.

Perwerdehiya bi zimanê dayikê di heman demê de dibe sedema pêşveçûna aborî. Ew dibe sedema zêdebûna rêjeyên serketina perwerdehiyê, baştirkirina behreyên pîşeyî û zêdebûna hilberînê. Kesên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê dibînin di jiyana xwe ya pîşeyî de hilberînertir in ji ber ku ew bêtir bixwebawer û afirîner in.

Di asta civakî de, berfirehkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê newekheviyên civakî kêm dike û pêşveçûna berfireh hêsan dike, bi vî awayî hem aramiya takekesî û hem jî ya neteweyî zêde dike.

Perwerdehiya bi zimanê dayikê ne tenê hilbijartinek pedagojîk e, lê di heman demê de pêdiviyeke mirovî, çandî, psîkolojîk û civakî ye jî. Ew di gelek waran de roleke diyarker dilîze, ji pêşveçûna hişî ya zarok bigire heta aştiya civakî, ji parastina nasnameya çandî bigire heta pêşveçûna aborî. Danîna zimanê dayikê di navenda hemû pêvajoyên perwerdehiyê de, baweriya bi xwe ya kesane xurt dike, beşdariya civakî zêde dike û nirxên demokratîk xurt dike. Heman demê, rê li ber pirzimaniyê vedike û xwendekaran bi her awayî ji jiyan û cîhana gerdûnî amade dike. Ji ber vê yekê, yek ji prensîbên herî bingehîn ên polîtîkayên perwerdehiyê divê ew be ku mafê her kesekî yê perwerdehiya bi zimanê dayikê misoger bike. Ji ber ku zimanê dayikê ne tenê amûrek ragihandinê ye; ew bingeha nasname, raman û mirovbûnê ye.