Miradê Kinê di strana xwe ya “Ay Delal” de dibêje: ” Ez çûme Diyarbekira şewitî dayê, bi berf û ba ye!” Diyar e, vê havîna Amedê çi hewa û çi jî jiyana sosyal û politîk ya bajêr, her wiha welat têra xwe germ derbas dibe û di van rojên pêşîn yên payizê de hîn jî hêvî û bêhêvîtî bi hevr e şer dikin. Xuyaye li piraniya warên ku kurd û penaberên kurd hene, pêla germahî û viyaneke geş ber bi çav e.
Yek ji wan bajarên bi hezaran kilometre ji navenda Kurdistanê, ji Amedê dûr, li Swêdê, li herema Gävlegorg bajarê Gävle ye. Belkî ji bo me gelek kesan wek îroniyeke jiyanê be jî, lê avahîsaza fransî mohra xwe hem li Amûdê û hem jî li Gävle daye.
Lewra piştî şewata bajêr ya sala 1869an, avahîsazên fransî bajêr ava dikin û navê firşika bajêr, park û daristana bajêr bi fransî ango Blogne Skogen lê dikin.
Kolanên key û banû li jora Rådhuset dighêjin hevdu û li navenda bajêr xaçekî xwedî baskên dirêj pêk tînin. Em ji serpêhatiya Amûdê dizanin bê kolanên ku fransizan çêkirine çiqasî fireh û dirêjin. Li Bajarê Gävle kolana banû ji stasyona trêne dest pê dike û li Bologne Skogen bi dawî dibe. Kolana keye ji pişta tiyatroya bajêr heta bi seranserê başûrê gävle dom dike. Ev kolan ji ya banû dirêjtir e lê mîna ya banû ne sipehî ye.
Bêşik bi hewldan û xebata kurdan ger em bêjin yek ji bajarê herî zêde ji doza kurdan agahdar e, em ê matmayî nemînin. Xebata komele û rêxistinên kurdan (wekî gelek caran ji nostalgiya bê wate xwe naşon jî) kovarên mîna Sîrwan, hunermendên çalak, qelemşorên rojnameyên rojane û kesayetên kurdan para wan di vî warî de gelek e.
Sala çûyî di meha dehan de, çaxa Şaredariya Mezin a Amedê nivîskarê me Mehmed Uzun bi bîr anî, du karîkatoristên ku yek ji wan kurd û yek ji wan jî swêdî mêvanên Amedê bûn. Bi qasî tê dîtin û karîkatoristên me nîşan didin, huner çi sinoran nas nake. Naveroka hunera wan; bi mafê gotina azad, wekheviya neteweyî û mirovan, demokrasî û azadiya jinê dewlemend bû.
Ev herdû wênesaz, yek jê li gor ekola rûsî Seyda û yê din jî li gor ekola fransî Ulf li bajarê Gävle ji 1ê meha 10an heta destpêka meha 11an, li zindana kevin ku niha bûye navendeke çandê û wekî muze tê bikaranîn, bi pêşengiya Gävle Museum, berhemên van hunermendan dê dîwarê zindanê bixemilînin.
Belkî gotin zêde be jî, lê em hunermendên qada azad bi tenê nehêlin û xwedî li van gotinên wan derkevin:
“Peyva `em` ku me bi hev re girê dide, îro roj bi xetera mihandinê ve hatiye himber hev û naveroka peyva `em` dibe a bi xwe tenê daketin.”
“Û gotina `em` wekî di hundurê me de gelekî sipehî ye, dimre, çaxa `em` “yê din” winda bikin!”12