13 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê îhtimala êrîşa zayendî derket holê

Di lêpirsîna Rojîn Kabaîş de, rapora ATKê ya têkildarî mînakên DNAyê, daxilî dosyeyê hatin kirin. Parêzeran, daxuyand ku bi rapora ATKê re îhtimala êrîşa zayendî derketiye holê.

Têkildarî mirina biguman xwendekara pola yekem a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş de geşedaneke nû rû da. Baroyên Wan û Amedê, têkildarî dosyeya lêpirsînê li Baroya Amedê daxuyanî dan. Parêzera malbata Kabaîşê Zeynep Demîr got: “Em tenê ne ji bo Rojîn, ji bo hemû jinên ku delîlên wan hatine windakirin têdikoşin. Di dosyeya Rojîn de, ji roja ewil ve têgihiştina xwekuştinê hebû.”

Zeynep Demîr da zanîn ku rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a der barê DNAya du meran de gihîştiye wan û got: “Mînaka DNAyê ya ewil li herêma sternal a Rojîn, yanî li devera pêsîra wê hatibû tespîtkirin. Mînak duyan jî li devera vajînayê hatibû tespîtkirin.”

Zeynep Demîr destnîşan kir ku bi rapora ATKê re îhtimala êrîşa zayendî derketiye holê û got ku divê dosye ji nû ve bê nirxandin. Zeynep Demîr anî ziman ku ji ber îhmalkariyê ew ê giliyê ATKê bikin.