Li Hewlêrê 8ê cotmehê foruma MERI hat lidarxistin. Yek ji beşdaran jî Serokê Demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû. Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de ya li forumê de careke din li hember Tevgera Azadiyê hevokên neyînî bi lêv kir. Gaziya şer Arjîn Kobanê ya di şerê li hember dagirkeriyê û çeteyan de her du çavên xwe winda kirinê têkildarî mijarê nêrînên xwe anî ziman.
Arjîn Kobanê anî ziman ku dema axaftina Nêçîrvan Barzanî guhdar kiriye, ecêb nemaye û got: “Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo pêş xistiye de, gotinên wer neyînî, reşbîn û rê li ber atmosferên nexweş vedike bi rastî nexweş in. Nêçîrvan Barzanî li başûrê Kurdistanê serokê herêmê ye. Temam têkiliyên wan bi dewleta tirk re hene. Timî di aliyê îstixbaratî û eskerî de li dijî gerîlayên azadiyê bi dewleta tirk re dixebitin. Ev tiştekî wer kes nizane nîne. Lê gotinên xizmetê ji aştiyê re nakin, pir şerm û eyb in. Divê zanibe ku eger aştî û çareserî çêbibe wê ji bo hemû gelê kurd ê li her çar parçeyan jî xweşiyê û azadiyeke bi rûmet bîne. ”
Gaziya Şer Arjîn Kobanê axaftina xwe wiha domand: “Gelo dema Nêçîrvan Barzanî xeber dide, xwe weke mirovekî kurd hesab dike yan jî weke tirkekî ji tirkan jî tirktir? Ji ber ew xeberdana wî ya 8ê cotmehê qet naşibe xeberdana kesekî kurd. Di nezera min de kesekî kurd qet wiha xeber nade û xwe wisa nahetikîne. Di pêvajoyên wer hesas de hewce ye mirov zanibe çi diaxive. Nêçîrvan Barzanî li şûna tevkariyê li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike, mîna rayedarên dewleta tirk diaxive. Kurdek qet wiha xeber nade. Nexasim eger pêşengek be.”
Arjîn Kobanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji destpêka ku Rêber Apo banga Aştî û Civaka Demokratîk kir heta niha Tevgera Azadiyê û gelê kurd tişta ketine ser milên wan pêk anîne. Ji kongreyê bigirin, heta şewitandina çekan. Hemû cîhanê jî şahidî ji vê re kir. Bi hezaran lehengên vî gelî ji bo azadiya kurd û Kurdistanê di nav refên Tevgera Azadiyê de şehîd û birîndar bûn. Eger hurmeteke mirov ji wan şehîdan û birîndaran re divê mirov zanibe çi diaxive û çi dike. Ev gotinên Nêçîrvan Barzanî bi temamî gotinên kesekî ku li dijî pêvajoyê ye. Lê pêwîst e were zanîn ku tevî hemû kesên dijber jî em ê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo pêşengtiya wê dike bi serketinê tacîdar bikin. Em vê sozê didin hemû gelê xwe yê her çar parçeyên Kurdistanê.”