Nivîskar Mehmed Ûzûn di 18emîn salvegera mirina xwe de li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbata Ûzûn, hevşaredar, nivîskar, nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl tev li bîranîna ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat de bûn.
Ji malbata Mehmed Ûzûn, Mustafa Ûzûn malavayiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Hevjîna Ûzûn, Zozan Ûzûn jî behsa Ûzûn kir û got: “Gotinên wî her tim aramî û hêvî li min peyda kirin. Werin em bi hev re wî bi hezkirin û hêviyê biparêzin.”
Sekreterê PENa Kurd Azad Zal diyar kir ku pênûsa Ûzûn hîn jî didomîne û metneke ku Ûzûn nivîsandibû xwend. Nivîskar Hacî Ozkal jî got: “Bila rehet razê, em ê li Kurdistana azad berhemên wî belav bikin.”
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî got: “Wî di tarîtiyê de mûmek vêxist. Îro ger em bi zimanê xwe diaxivin û dinivîsin, dilopek vê encama keda Ûzûn e.”
Çîrokbêj Ayhan Erkmen jî helbestek xwend.
Piştî kulîk li ser gora Ûzûn hatin danîn, bîranîn bi dawî bû.