13 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nûçegihanê Ajansa Welat hat binçavkirin

Nûçegihanê Ajansa Welat Ronî Rûbar Îmen li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hate zanîn ku polîsan dema Îmen binçavan kirine îşkence lê kirine.

Nûçegihanê Ajansa Welat Ronî Rûbar Îmen ê ku ji bo şopandina nûçeyan diçû başûrê Herêma Kurdistanê di ketina navçeya Cizîrê ya Şirnexê de li xala lêgerînê ya polîsan duh bi şev hat binçavkirin. Hat zanîn Îmen bi îdiaya “der barê wî de îxbar heye” ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û birine Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.

Parêzerê Ronî Rûbar Îmen, çû Midûriyeta Polîsan û bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk anî. Ronî Rûbar Îmen bi rêya parêzerên xwe agahî şandin. Parêzer ragihand ku rewşa miwekîlê wî baş e lê belê îşkenceya fizîkî lê hatiye kirin. Parêzer diyar kir ku polîsan dema miwekîlê wî kirine binçavan lêdane û ev lêdan ji Cizîrê heta Şirnexê berdewam kiriye û zextên derûnî lê hatine kirin. Parêzer da zanîn ku piştî Ronî Rûbar Îmen birine midûriyeta polîsan a Şirnexê jî li vir jî polîsan lê zext kirine û lêdane. Parêzer bang li raya giştî ya demokratîk kir ku xwedî li miwekîlê wî Ronî Rûbar Îmen derkeve. Parêzer da zanîn ku Ronî Rûbar Îmen yê ku ji bo şopandina nûçeyan diçû başûrê Kurdistanê bi rê de hatiye binçavkirin.

Ronî Rûbar Îmen bi rêya parêzerê xwe ragihandiye ku polîsan stranên nijadperest pê dane guhdarîkirin û telefona wî jî desteser kirin e.

Hat zanîn ku dê Ronî Rûbar Îmen ji bo îfade bide sewqî dozgeriyê bikin.