13 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Turk: Ji bo Rojava bibin yek

Ahmet Turk di konferansa Ol û Gelan a ji hêla Yekitiya Însiyatîfa Demorkatîk ve tê lidarxistin de axivî û bal kişand ser rewşa Rojava. Ahmet Turk di axaftina xwe de bang kir ku herkes ji bo Rojava bibe yek.

Konferansa Jiyanek Hevpar û Demokratîk a Ol û Gelan li Mezopotamyayê a ji aliyê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve tê lidarxistin dê 2 rojan berdewam bike. Berdevkên însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê, gelek kesên ji ol, bawerî û civakên cuda tev li konseransa li oteleke taybet tê pêkanîn bûn.

Konferans bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Berdevka Însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku ew ji bo yekitiya gelên kurdistanî xebatên xwe dimeşînin û wiha axivî: “Dema me ev însiyatîf ava kir, me hewl da em xwe bigehînin hemû aliyên Kurdistanê. Em hê jî vê xebatê berdewam dikin. Ji ber ku heta yekitiya gelên kurdistanî pêk neyê, em ê nikarin xwe bigehînin azadiya gelan. Ev xebatên me heta ku em her kesî bigîhînin ba hev, wê berdewam bikin.”

 ‘Tifaq dê hêz bide pêvajoyê’

Hevberdevkê înîsiyatîfê Mehmet Kamaç jî anî ziman ku wan ji bo hemû gel û baweriyan derdora pêvajoyê bikin xelek, xebatên xwe berdewam dikin û ev tişt gotin: “Îro bi bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek hatiye destpêkirin û dema gelên kurdistanî tifaqa xwe pêk anîn ev yek wê hêzek pir zêde bide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku siyaseta demokratîk roj bi roj berfireh dibe û got: “Bi siyaseta demokratîk gelê kurd careke din xwe rêxistin dike. Ev konferans ji bo gelê kurd gelek  hêja û zêrîn e. Ev siyaseta demokratîk ji bo pêş bikeve hewceyî bi her çar parçeyên Kurdistanê re bi têkiliyan heye û divê ev têkilî werin pêşxistin.”

Ahmet Turk di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû ya siyaseta demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan ji bo pêvajoya nû û siyaseta demokratîk perspektîf ji bo hemû aliyên kurd û Tirkiyeyê aşkere kir. Em vê pêvajoya bi awayek baldarî dişopînin. Ji bo Komara Demokratîk were sazkirin barek giran dikeve ser mile hemû aliyan û em bawer dikin ev bar wê were rakirin û Komara Demokratîk wê ava bibe. Ji bo me tifaq gelekî girîng e. Em hêvî dikin ku ev konferans bibe sedema kongreya neteweyî. Divê hemû aliyên siyasî û civaka sivîl ên Tirkiyeyê ji bo yekitiya vê civakê tevbigerin û ev yek ji bo wan peywireke.”

 ‘Li şûna HTŞê bila kurd bibin cînarê Tirkiyeyê’

Ahmet Turk der barê pêşveçûna pêvajoyê de got ku pêvajo pêş dikeve lê li pêşiya vê yekê hin astengî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji van astengiyan jî pirsgirêka li Sûriyeyê ye. Mafên kurdan yên li Rojava dixwazin asteng bikin. Kurdan li Rojava ji bo ewlehiya xwe dest avêtin çekê. Dewleta tirk dixwaze kurd li Rojava çekê deynin. Em vê pirsê dikin kî dê li Rojava gelê kurd biparêze. Li şûna ku HTŞ bibe cînarê Tirkiye bila kurd bibin cînarê Tirkiyeyê. Em bang li hemû partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku ji bo Rojava bibin yek û bi heman hişmendiyê nêzî Rojava bibin.”

Ahmet Turk herî dawî bang li hemû aliyên siyasî û civakî yên bakurê Kurdistanê kir ku bila ji bo yekitiyê werin ba hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Fersendên dîrokî li pêşiya me ne. Ger em fersenda îro li ber me baş nenirxînin em ê paşerojek tarî bidin zarokên xwe. Ez rîca dikim ji her kesî ku ji bo pêşeroja kurd û Kurdistanê destê xwe dirêjî gelê kurd bikin.”

Piştî axaftina Ahmet Turk sînevîzyon û peyama Oldarê Kurd Şêx Mehmûd Xeznewî ku ji bo konferansê şandîbû hatin nişandan. Konferans dê bi rûnistina yekemîn, bi tevilbûna axaftvan Parêzer Ahmet Ozmen, Yuksel Genç, Mehmet Bayrak, Eyup Bûrç, Pakrat Estûkyan û Omer Gultekîn ve berdewam dike.