28 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Abdullah Ocalan ji zimanê çapemeniya alîgir aciz e’

Pervîn Buldan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zimanê çapemeniya alîgir aciz e û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan bi lêv kir ku hê kanal û şîrovekar zimanê dijminatî bikar tînin. Birêz Ocalan destnîşan kir ku ev kesên zimanê kirêt û dijminatiyê didin şixûlandin aştî, çareserî û wekheviyê naxwazin.”

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Pervîn Buldan di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş e û ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de divê herî zêde bi Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ji ber ku em li ser çareseriya pirsgirêkek sedsalî nîqaş dikin û naxşereya çareseriyê diyar dikin. Ev yek jî ji aliyê birêz Ocalan ve ku aktorekî sereke ye ve tê diyarkirin. Birêz Ocalan bang li gelek beşên civakê kir got divê ez bi gelek beşên cuda re nîqaş bikim. Hevdîtinên rasterast bi gelek beşên civakê re hewce ne. Daxwazên hemû kesan jî hene ku bi birêz Ocalan re hevdîtine bikin. Hevdîtinên heyetê tenê têr nakin. Ji ber vê yekê, divê her kes bikaribe biçe Îmraliyê û li ser mijaran nîqaş bike. Lê bê guman rêbaza herî guncaw ew e ku birêz Ocalan bi civakê re di nav danûstandinan de be û di nava civakê de be. Di gelek hevdîtinan de, birêz Ocalan jî bal dikişîne ser hevdîtinên sînorkirî û dibêje; xebata di vê rewşê de bi zahmetî dibe.”

Pervîn Buldan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser pêvajoyê û wiha got: “Me hevdîtineke pir baş pêk anî. Bi vebûna Meclîsê re serdema nû, xebatên komîsyonê, geşedanên li Rojhilata Navîn û li ser gelek xalan nirxandinên berfireh kir. Birêz Ocalan diyar kir ku pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye û divê gav bi beramberî hev yanî bi hev re bên avêtin. Herwiha hişyarî da û got ku heke gav neyên avetin, di avêtina gavan de derengmayîn çêbibê, hêzên ku li dijî pêvajoyê ne wê bêtir bi hêz bibin. Li ser vebûna Meclîsê nirxandineke taybet nekir. Lê bi giştî balê kişand ser siyaset, civak û hemû beşên jiyanê û girîngiya muzakereya demokratîk û diyalogê.”

Pervîn Buldan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avakirina komîsyonê pir girîng dibîne û wiha pê de çû: “Xebatên komîsyonê ji nêz ve dişopîne û di hemû hevdîtinên me de jî der barê xebatên komîsyonê de agahiyan dixwaze. Birêz Ocalan di wê ferqê de ye ku dem zû derbas dibe û dixwazê hemû dema ku derbas dibe bi gavên erênî bê bikaranîn. Ji ber wê jî divê komîsyon demildest biçe Girava Îmraliyê û pê re hevdîtinê bike. Birêz Ocalan bi israr destnîşan kir ku pêvajo di merhaleyek wisa de ye ku hêzên hegemon û herêmî di amadekariyê de ne. Birêz Ocalan ku vê rastiyê dibîne dixwaze rîtma pêvajoya aştî û çareseriyê bilind bibe. Birêz Ocalan diyar kir ku nirxandinên wî yên girîng hene ku bi komîsyonê re parve bike û herwiha perspektîfeke wî ya xurt heye ku pêşkeşî komîsyonê bike.”

Girîngiya ziman

Pervîn Buldan got ku nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neguheriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew nêrin çi ye; hevpeymana siyasî û civakî ku di çerçoveya Netewa Demokratîk de li ser bingeha hiqûqê parastina mafên jiyanî û helbet pêkanîna rêya 3yemîn e. Birêz Ocalan li ser Rojhilata Navîn nirxandinên rasyonel dike. Rojhilata Navîn navenda pirsgirêk û çareseriya ne. Birêz Ocalan jî di wê ferqê de ye. Heqîqet çi be birêz Ocalan jî wê dibêje û niha jî dibêje. Birêz Ocalan destnîşan kir ku divê rayedarên dewletê dev ji zimanê gefxwarinê berdin. Birêz Ocalan anî ziman ku gavên dîrokî hatine avêtin û got ku divê bi nirxandineke zelal van gavan bê nihêrîn.”

Pervîn Buldan got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngî dide gavên siyasî û hiqûqî û wiha got: “Birêz Ocalan di banga xwe ya 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk de weke nîşe bi rêya şandeyê ji civakê re parve kir. Niha di merhaleya ku em gehiştinê de birêz Ocalan û tevgera wî ji bo pêvajoyê gavên dîrokî avêtin. Di warê siyasî de biryarên girîng ji aliyê birêz Ocalan û PKKê ve hatin dayîn. Lê ji aliyê dewletê ve ji bilî daxuyaniyên hatine dayîn, di warê siyasî ve biryarên girîng de tu tiştek nehatiye gotin. Erê li Meclîsê komîsyonek ava bû. Hem birêz Ocalan û hem jî em girîngiyeke mezin didin komîsyonê. Lê êdî vê merhaleye ku em gihîştinê, gavavêtina siyasî û hiqûqî mecbûriyeteke. Xebatên komîsyonê divê ji bo gav avêtina hiqûqî û siyasî bibe bingehek. Ev gav hem ji bo pêvajoyê û hem jî ji bo kesên dixwazin aştî û demokrasî pêk were dê baweriyê mezin bike. Em nikarin vê yekê hinek din dereng bixînin. Hewcehiyên siyasî û hiqûqî tê wateya mîsogerkirina gavên şenber ên siyasî û hiqûqî ji bo pêvajoyê.”

Pervîn Buldan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Birêz Abdullah Ocalan li dijî zimanê çapemeniyê rexneyên giran kirin. Birêz Abdullah Ocalan bi lêv kir ku hê kanal û şîrovekar zimanê dijminatî bikar tînin û li ber vê yekê ne razî ye. Birêz Ocalan destnîşan kir ku ev kesên zimanê kirêt û dijminatiyê didin şixûlandin aştî, çareserî û wekheviyê naxwazin û dijminatiyê dixwazin. Di mijareke wisa dîrokî de muxatabê sereke yê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e û divê zêdetir hevdîtin li gel wî bên kirin. Bêyî ku hewce bi şandeya me hebe divê şert û mercên ku birêz Abdullah Ocalan rasterast nêrînên xwe ji civak û saziyên siyasetê û sivîl re ragihîne. Divê neyê jibîrkirin ku birêz Abdullah Ocalan hewl dide di odeyeke 12 metrkareyî de pirsgirêka ku digihîje 783 hezar 562 kîlometrekare çareser bike. Lêgerîna çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan ne tenê sînorên Tirkiyeyê eleqdar dike, cihê ku kurd lê dijîn û hemû Rojhilata Navîn eleqadar dike. Ji bo wê jî divê hevdîtin bi rek û pêk bêyî derengxistinê bên kirin.”