Bi boneya salvegera 10emîn a damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Hêzên Antî Terorê merasîmeke leşkerî li dar xist. Di merasîmê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî amade bû. Mezlûm Ebdî di merasîmê de got: “Wê di demeke nêz de komîteyek leşkerî berê xwe bide Şamê û di çarçoveya lihevkirinê de wê YATê li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê şerê DAIŞê bike.”
Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de bi bîr xist ku wê komîte çawaniya entegrekirina HSDê nîqaş bike. Mazlûm Ebdî got: “Wê di demeke nêz de komîteyeke leşkerî berê xwe bide Şamê. Di çarçoveya lihevkirinê de, wê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê şerê DAIŞê bike’.