11 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xwestin kurdî bibe zimanê fermî

Baroya Wanê, OHDê û DADSAZê xwestin zimanê kurdî bibe zimanê fermî, astengiyên li pêşiya bikaranîna kurdî ya li qadên cemaweriyê bên rakirin û bibe zimanê perwerdehiyê.

Komîsyona Ziman a Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Lêkolîn û Perwerdehiya Hiqûqê (DADSAZ), bi daxwaza kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê li pêşiya Edliyaya Wanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Statûya kurdî, perwerdehiya bi kurdî”, “Statûya kurdkî, perwerdehiyê bi kurdkî” hatin hilgirtin.

Endamê Komîsyona Ziman a Baroya Wanê parêzer Alî Şapkaci, daxuyanî xwend û diyar kir ku bi salan e ziman û nasnameya kurdî dibe hedefa polîtîkayên bişaftinê û ev polîtîka ne tenê ziman herwiha bîra çandî ya civakê, pergala perwerdehiyê û mekanîzmaya edaletê jî bandor dike û ev tişt got: “Astengkirina kurdî ya li dibistan, zanîngeh, dadgeh û saziyên îdarî encama hişmendiya sîstematik e ku hewl dide hebûna ziman a civakî ji holê rabike. Sînordarkirina zimanekî ji qada cemaweriyê tê wateya jêbirina bîr û nasnameya civakê. Ev polîtîkayên ku îro bi li gelek qadan didomin, ne tenê ji bo kurdan herwiha ji bo pêşeroja demokrasiya Tirkiyeyê jî astengiyek e.”

Şapkaci, rave kir ku divê kurdî bibe zimanê fermî û her kes karibe bi awayeke azad zimanê xwe yê dayikê bikar bîne û wiha pê de çû: “Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, hêmaya bingehîn a vê pêvajoyê ye. Mafê ziman tenê ne daxwazeke çandî ye, di heman demê de mafeke gerdûnî ye. Gavên ku ji bo vê yekê bên avêtin divê jidil û mayînde bin. Em wek hiqûqnas, ji bo kurdî bibe zimanê fermî û di qadên jiyana cemaweriyê de bibe xwedî statûyeke fermî, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bibîr dixin ku azadiya ziman azadiya civakê ye.”