Yek ji fîlmên bi bandor ê “Agirê Azadiyê” fîlmekî biyografîk e ku jiyana Harriet Tubman û têkoşîna wê ya ji koletiyê ber bi azadiyê ve vedibêje. Karakterê sereke yê fîlm Harrîet Tubmane ku ji koletiyê reviyaye û koleyên din bi karanîna rêyên hesinî ên binerdê rizgar dike. Mijara fîlm, azadî, wêrekî, têkoşîn, malbat û hevgirtin e. Çîroka fîlm revîna Harrîet Tubman a ji koletiyê ber bi azadiyê û hewldanên wê yên paşê ji bo rizgarkirina koleyên din e. Fîlmekî ku gelekî dişibe têkoşîna azadiya kurdan û lehengên kurd ên xwe azad dikin û ji bo azadiyê têdikoşin. Lê cudahiyek heye lehengên kurd ji bo azadiyê berê xwe didin çiyayên Azad lê Harrîet Tubman berê xwe dide bajarekî din.
Fîlmekî biyografîk ê Amerîkî yê sala 2019an e ku ji aliyê Harrîet Tumban û Gregory Allen Howard ve senaryoya wê hatiye nivîsîn û derhêneriya fîlm jî ji hêla Kasi Lemmons ve hatiye kirin. Kasî Lemmons ligel derhêneriyê di nivîsandina senaryoya fîlm de jî cih girtiye. Fîlmekî biyografîk ê li ser Harrîet Tubman e ku wekî projeyekê xebat li ser hatibû kirin. Lîstikvanê navdar yê wekî Erîvo di fîlm de cih digire.
Fîlma Harrîet Tubman di 10ê Îlona 2019an de li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê pêşandana xwe ya cîhanî kir û di 1ê Mijdara 2019an de ji hêla Focus Features ve li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê hate weşandin. Bi gelemperî ji rexnegiran nirxandinên erênî wergirt, yên ku performansa Erîvo pesinandin û fîlm ji dil lê formule dîtin. Di heman demê de fîlm li pêşberî lêçûneke 17 milyon dolarî 44 milyon hasilat bi dest xist. Fîlm gelek xelat û namzedî wergirt.
Mijara filmê
Di sala 1849an de, Maryland dewleteke koletiyê ye. Araminta “Minty” Ross hêj nû bi zilamekî azad ê bi navê John Tubman re zewicî ye. Mintî, digel dayik û xwişka xwe, kole ye û li zeviya Brodess dixebite. Bavê Minty, Ben, ku ew jî zilamekî azad e, bi nameyek parêzerî nêzîkî xwediyê xwe ye, Edward Brodess dibe û daxwaz dike ku dayika Minty, Harrîet “Rit”, di 45 saliya xwe de azad bibe û zarokên wan azad ji dayik bibin. Dixwaze John û Minty malbatekê ava bikin û zarokên wan azad ji dayik bibin. Lê belê Brodess bi hêrs nameyê diqetîne.
Li ser vê rewşê gelekî aciz dibe lê tiştek ji destên wê nayê. Minty, jineke xwedî daybetmendiyê xweser e. Wekî xewn û xeyal dibîne ku ber bi azadiyê ve direve. Ew digihîje wê encamê ku ev dîmen dîtinên ji Xwedê ne û biryar dide ku bireve. Hevserê wê John dixweze ew jî bi Minty re biçe, lê Minty ji tirsa ku ew azadiya xwe winda bike wî li dû xwe dihêle. Minty, ji bavê xwe alîkariyê dixwaze. Bavê wê jî wê dişine cem Rahîb Green.
‘Azad be an bimire’
Minty, tevahiya şevê direve. Gideon û zilamên xwe (ku xudiyê Minty ne) didin ser şopa Mînty ku wê biqefilînin. Di dawiyê de, Gideon wê li ser pirekê li ser çem dorpêç dike û soz dide ku wê nefiroşe. Lê Minty jê bawer nake û li şûna ku li jiyana koledarî vegere bi van gotinan “azad be an bimire” xwe diavêje çem. Ev sekna Minty ya ku xwe ji ser pirê diavêje çem bi niyeta xwekujiyê rasete rast çalakiya Bêrîtanê tîne hişê mirov. Lewre Bêrîtan jî li hemberî helwesta xapînok a ku dixwest wê dîl bigirin xwe ji zinar diavêje. Ev helwesteke vîna azad a ku teslimiyet, koletî û bindestiyê qebûl nake ye.
Tê texmînkirin ku Minty xeniqî ye, lê ew digihêje Wilmington, Delaware, û xwe digihîne Thomas Garrett ê ku li dijî koledariyê ye. Garrett wê dibe sînorê Pennsylvania û Minty 25 mîlên mayî dimeşe heta Philadelphia, li wir ew bi William Still, serokê Komeleya Dij-Koletiyê ya Pennsylvania re hevdîtin dike. William wê teşwîq dike ku navekî nû yê azad bigire û ew Harrîet, navê diya xwe û Tubman, navê hevserê xwe hildibijêre. Êdî bi navekî nû tê nasîn. Wekî şervanekî azadiya gelê kurd ku nasnavekî li xwe dike, li qadeke cuda dest bi têkoşîna azadiyê dike.
Rizgariya koleyên din
Piştî salekê li Philadelphia, Harriet ji William dixwaze ku ew biçe malbata xwe jî rizgar bike. William di destpêkê de vê daxwaza wê red dike û dibêje gelekî xeternak e. Harrîet dev jê bernade û bi belgeyên sexte digihîje çewlika hevserê xwe John, lê dibîne ku hevserê wê ji nû ve zewiciye. Bi dîtina vê rewşê Harrîet ji wê derê dûr dikeve û li ber darekê ji ser hişê xwe diçe. Lê dîsa ji wan xewn û xeyalên revê û rizgariya koleyên din dibîne. Di rewşeke wiha de ji aliyê bavê xwe ve tê dîtin.
Harrîet ji bilî dê û bav û xwişka xwe Rachel, neh koleyên din, ku pênc ji wan koleyên Gideon in, direvîne û dibe cihekî bi ewle. Roja din, Gideon xuşka Harrîet Rachel zevt dike û bi zaroka wê ya ku hêj nû hatiye dinyayê tehdît dike. Rachel, neçar dimîne ji Gideon re dibêje Harriet sax e û di demeke nêz de vegeriyeye. Gideon bawer nake û dibêje ev yek ne gengaz e. Şêwazên azadiya ji koledariyê û têkoşîna azadiyê ya Harrîet û şervanên azadiya gelê kurd dibe ku ji hev cuda be lê armanc heman e. Dema em berê xwe didinê her şervanekî ku xwe ji pergalê rizgar dike ji bo gelek ferdên malbatê, heval û derdora xwe dibe hêz û mînak û didin ser şopa wî/ê kesî/kesê.
Piştî rizgarkirina van koleyan, Harriet ji bo komîteya Rêhesiniya Binerd (Rêyên bin erdê yên hesinî) tê bijartin. Harrîet wekî konduktorekî li ser Rêhesina Binerd rêberiya koleyan ber bi azadiyê ve dike û nasnavê “Mûsa” lê tê kirin. Lêbelê, Rachel koleya malê ye û ji ber ku Gideon zarokên wê firotiye, ew ê nereve û hêvî dike ku rojekê cihê wan bibîne.
Ew bi Walter, (ku nêçîrvanekî koleyan e û ji bo Bigger Long koleyan digire) re hevdîtinê dike ji bo biryar dide ku bi wî re here. Her wiha di sala 1850î de, Qanûna Koleyên Reviyayî tê pejirandin, ku tê vê wateyê ku koleyên reviyayî di xetereya vegera ji dewletên azad de ne. Di vê navberê de Harriet mirina Rachel dibihîze.
Gideon pir hêrs dibe dema ku kifş dike ku Harriet “Mûsa” ye. Ew li dû wê diçe heta Philadelphia, digel Bigger Long, ku Marie heta mirinê lêdide. Piştre Harriet bi alîkariya hevalên xwe direve Kanadayê. Piştî ku dîtinek distîne ku bavê wê di xetereyeke nêzîk de ye, Harriet vedigere û her du dê û bavê xwe dibe bakur. Bi demê re, çandiniya Brodess dikeve nav hilweşînek darayî. Jinebiya Brodess sond dixwe ku Harriet bigire, zarokên xwişka xwe wekî xapandin bikar tîne, lê tîma Harriet birayên Gideon têk dibe û koleyên mayî ji nû ve digire.
Di pevçûneke dawî de, Gideon gule berdide Bigger Long dema ku ew dixwaze Harrîet bikuje. Piştre Harriet zeftê li Gideon tîne çeke dixe sere wî lê nakuje û dihêle bijî, û jê re dibêje dê gelê wan azad bibe û li hespê xwe siwar dibe û ji wir dûr dikeve. Piştre Harriet, di Serdegirtina Çemê Combahee de ji yekîneyeke ji 150 leşkerên reşik re fermandariyê dike bi giştî zêdetîrî 750 koleyî rizgar dikin. Ew bi sere xwe jî 70 koleyî azad dike.
Mirov dikare bêje ji serî heta binî şibandineke têkoşîna azadiya heye û mirov di bin bandora vî fîlmî de dimîne.