Depresyon, li seranserê cîhanê yek ji sedemên sereke yên astengiya jiyanê ye û bandoreke giran li ser kesan, malbat û civakan dike. Ev rewş wekî pirsgirêkeke tendirustiyê ya aloz tê pênasekirin ku sedemên wê faktorên biyolojîk, psîkolojîk û civakî ne. Daneyên dawî nîşan didin ku rêjeya belavbûna depresyonê gelekî bilind e û ev yek wê dixe nav pirsgirêkên sereke yên tendirustiya giştî. Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) jî balê dikişîne ser wê ku “bêyî tendirustiya derûnî, tendirustî nabe.”
Di nav civakê de, depresyon bi tena serê xwe xuya nake; ew bi pirsgirêkên din ên wekî nexweşiyên kronîk, xizanî û perçebûna civakî re di nav têkiliyeke aloz de ye. Di vê çerxê de, depresyon hem dibe sedem û hem jî dibe encam. Mînak, kesekî ku meaşê wî têra wî û malbata wî nake, li bajarekî mezin ji ber stresa zêde û bêewlehiya kar depresyonê dijî û ji têkiliyên civakî yên xurt bêpar dimîne. Ji ber vê yekê, divê depresyon wek beşeke ji krîzeke civakî-tendirustî ya berfireh were dîtin ku pêwîstî bi çareseriyeke yekgirtî heye.
Depresyon çi ye û nîşaneyên wê çi ne?
Depresyon, nexweşiyeke derûnî ye ku bi hestên xemgîniya kûr û wendakirina eleqe û kêfxweşiyê xwe nîşan dide û di jiyana rojane de dibe sedema têkçûneke berbiçav. Nîşaneyên wê yên sereke di bin sê beşan de kom dibin: hestî û ramanî (xemgînî, hesta bêqîmetiyê, zehmetiya konsantrasyonê), laşî (westan, pirsgirêkên xew û îştehê, êşên bêsedem) û tevgerî (kêmbûna motîvasyonê, dûrketina ji civakê). Îhtimala dûbarebûna wê bilind e lewma dermankirina demdirêj û pêşîlêgirtin girîng e.
Lêkolînên giştî destnîşan didin ku rêjeya belavbûna depresyonê gelekî bilind e û di nav hin koman de zêdetir e. Bi taybetî li nav jinan li gorî mêran bi awayekî berbiçav zêdetir e. Rîsk bi zêdebûna temen re zêde dibe û bi kesên temenmezin re digihîje asta herî bilind. Herwiha, kesên nezewicî, yên ku dev ji hev berdane an jinebî/mêrebî li gorî kesên zewicî di bin rîskeke mezintir de ne. Di dawiyê de, asta perwerdeyê ya kêm bi rêjeyên bilind ên depresyonê ve girêdayî ye ku nîşan dide perwerde faktoreke parastinê ye.
Faktorên civakî yên ku rê li ber depresyonê vedikin
Di navbera rewşa aborî û tendirustiya derûnî de têkiliyeke xurt heye. Di nav civakê de, xizanî û bêkarî wekî sedemên herî bihêz ên depresyonê derdikevin pêş. Ev faktor jîngeheke kronîk a bêewlehî û bêhêvîtiyê diafirînin. Bêkarî dikare xwebaweriyê hilweşîne û bibe sedema dûrketina ji civakê û stresa jiyana di nav xizaniyê de dibe sedema depresyonê. Ji bo çareseriyê, divê polîtîkayên ku li dijî xizanî û bêkariyê ne, werin bipêşxistin.
Pêvajoyên bajarvaniya bilez û koça navxweyî dibin sedemên zêdebûna rêjeyên depresyonê. Jîngehên bajarî bi zêdebûna stresoran, îzolasyona civakî û têkçûna torên piştgiriyê yên kevneşopî tên diyarkirin. Lêkolîn nîşan didin ku belavbûna depresyonê li deverên bajarî li gorî deverên gundewarî bilindtir e.
Di navbera depresyon û nexweşiyên fîzîkî yên kronîk de têkiliyeke xurt heye. Hebûna nexweşiyeke kronîk rîska depresyonê zêde dike û depresyon jî birêvebirina nexweşiya kronîk aloz dike. Daneyên ji Tirkiyeyê nîşan didin ku nexweşiyên wekî nexweşiya dil, hîpertansiyon û diyabet rîska depresyonê bi awayekî berbiçav zêde dikin. Ev rewş nîşan dide ku pêdivî bi modelekê heye ku lênêrîna tendirustiya derûnî û fîzîkî bi hev re bê birêvebirin. Ligel van faktoran, piştgiriya civakî û çalakiyên fîzîkî wekî faktorên parastinê yên girîng derdikevin pêş.
Ji bo dermankirin û pêşîlêgirtinê divê di asta civakî de çi bê kirin?
Ji bo ku li hember pirsgirêka depresyonê bi awayekî berfireh têkoşîn bê kirin, pêwîstî bi stratejiyeke civakî ya piralî heye ku ji modela klînîkî ya takekesî wêdetir be. Pêşniyarên Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) di vî warî de çarçoveyeke gerdûnî pêşkêş dike. Divê sazgeheke bandorker ji bo tendirustiya derûnî were avakirin, siyaset û qanûnên neteweyî yên li gorî mafên mirovan werin bipêşxistin û hevkariyeke piralî were misogerkirin, ji ber ku sedemên bingehîn ên depresyonê (xizanî, bêkarî) li derveyî sektora tendirustiyê ne.
Divê xizmetên tendirustiya derûnî yên yekgirtî û civak-navendî werin pêşkêşkirin, lênêrîn ji nexweşxaneyan ber bi xizmetên civakî ve were veguhastin û xebatkarên tendirustiyê ji bo depresyon û nîşêtên wê werin perwerdekirin. Bernameyên pêşîlêgirtinê yên wekî kampanyayên dijî-stîgmayê, însiyatîfên li dibistanan û stratejiyên pêşîlêgirtina xwekuştinê pêwîst in. Divê sedemên civakî bi başkirina şert û mercên jiyan û kar werin çareserkirin. Di dawiyê de, divê pergalên agahdariyê û lêkolînê werin xurtkirin da ku siyaset li ser bingeha daneyan be.
Wekî encam divê bê gotin ku depresyon krîzeke tendirustiya giştî ya berbelav e. Sedemên wê; sosyo-ekonomiya welêt, zehmetiyên jiyana bajarî ya nûjen û barê zêde yê nexweşiyên fîzîkî yên kronîk in. Analîz nîşan didin ku ji bo çareseriyeke bandorker, pêdivî bi nêrîneke berfirehtir heye ku ji modela dermankirina takekesî wêdetir e. Ev tê wateya ku pêwîstî bi stratejiyeke civakî ya berfireh heye. Ev stratejî divê li dijî neheqiya civakî têbikoşe, lênêrîna tenduristiya derûnî û fizîkî bi hev re bi rê ve bibe û girîngiyê bide pêşîlêgirtin û perwerdehiya giştî. Ji xwe mirov nikare tenduristiya derûnî ya neteweyekê ji tenduristiya civaka wê cuda bifikire.
Çavkanî
Kaya, B. (2007). Depresyon: Sosyo-ekonomik ve kültürel pencereden bakış. Klinik Psikiyatri, 10(Ek 6), 11-20.
Mete, H. E. (2008). Kronik hastalık ve depresyon. Klinik Psikiyatri, 11(Ek 3), 3-18.
World Health Organization. (2013). Mental health action plan 2013-2020. World Health Organization.
Yıldız, N. G., Aydın, K., Aydın, H. Z., Phiri, Y. V. A., & Yıldız, H. (2024). Türkiye’de depresyonun yaygınlığı ile ilişkili faktörler: Nüfusa dayalı bir çalışma. Türk Psikiyatri Dergisi, 35(3), 167-177.