11 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mehme Şîrîn Taşdemîr piştî 32 salan hat berdan

Mehmet Şîrîn Taşdemîr piştî 32 salan ji Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa T a Karabûkê azad bû

Mehmet Şîrîn Taşdemîr ku  di 24ê îlona 1993yan de li navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin û piştre cezayê muebbetê lê hat birîn piştî 32 salan azad bû. Piştî ku berdana Mehmît Şîrîn Taşdemîr 7 caran hate taloqkirin ji Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa T a Karabûkê di 9ê Cotmehê roja Pêncşemê de hat berdan. Mehmet Şîrîn Taşdemîr li warê xwe Amedê ji aliyê gelek kes û nûnerên saziyên ve bi coş hate pêşwazîkirin.

Berdana Mehmet Şîrîn Taşdemîr li Otogar a Amedê bi tilîlî û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pîrozkirin. Taşdemîr piştî pêşwazîkirinê çû mala malbata xwe ya li navçeya Peyasê.