10 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

MSDê daxwaza lidarxistina kongreyeke nîştimanî kir

MSDê diyar kir ku hilbijartinên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê ne û derengxistina pêkanîna peyman 10ê Adarê gefê li çareseriya nîştimanî dixwe. MSDê daxwaza sîstemeke nenavendî û lidarxistina kongreyeke nîştimanî kir.

Desteya Serokatiya Meclisa Sûriyeyê Demokratîk (MSD) bi armanca nîqaşkirina pêvajoya veguhêz û rewşa siyasî civînek li dar xist. Di civînê de hevserokên MSDê Leyla Qereman û Mehmûd El Mislit û endamên desteyê amade bûn. Di civînê de bal kişandin ser rewşa siyasî ya li Sûriyeyê, bi taybetî “hilbijartinên meclisa gel” ên hikumeta veguhêz. Hate diyarkirin ku ev hilbijartin daxwaz û hêviyên gelê Sûriyeyê îfade nakin, di heman demê de temsîla adilane ya tevahiya pêkhateyan û jinan mîsoger nekir.

Beşdaran diyar kir ku divê tevahî sûriyeyî yên li welat û yên li derve beşdarî hilbijartinan bibin û hilbijartin bi çavdêriya navneteweyî û şefaf werin kirin û got bi vî rengî dê dawî li parçebûnê were û aştî û edaleteke mayînde pêk werin. Beşdaran der barê tevgerên leşkerî yên vê dawiyê yên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê de fikarên xwe anîn ziman û got ev tevger binpêkirina peymana 1ê Nîsanê ye.

Di civînê de îşaret bi peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikumeta veguhêz de jî kirin û dane zanîn ku di pêkanîna bendên peymanê de derengmayîn heye, sedema vê yekê jî binpêkirinên domdar ên ji aliyê hikumeta veguhêz e. Beşdaran destnîşan kir ku derengxistina pêkanîna peymanê derfetên çareseriya nîştimanî ya giştî dixe bin gefan. Di civînê de hate gotin, nenavendîtî bingeha istiqrara Sûriyeyê ye û her forumeke siyasî ya ku nenavndîbûnê di ber çavan re negire istiqrareke daîmî pêk nayîne. Di civînê de bang li hikumeta veguhêz hat kirin ku hilbijartinên gel li gorî pîvanên şefaf û temsîliyeta adilane li dar bixe. Her wiha banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya giştî kir ku tevahî hêzên siyasî bîne gel hev û li ser çareseriyeke siyasî li hev bikin.

Di dawiya civînê de hate gotin pêvajoya pêş pêkanîna biryarên şênber hewce dike û hate diyarkirin ku MSDê bi rola xwe ya nîştimanî ya parastina berjewendiyên tevahî Sûriyeyê, pêkanîna aştiya navxweyî û gavavêtina ber bi sîstemeke demokratîk a nenavendî ve radibe.