10 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DYAyê pêkanînên pêş xist

DYAyê li dijî hin komên nêzî Îranê sepan û pêkanînên nû pêş xist.

Hikumeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryar da ku li ser hin kes û komên milîs ên Iraqî pêkanînên nû bixe meriyetê, ji ber ku “Alîkarî dane têkbirina pêkanînên li ser Tehranê.” Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya DYAyê de ku roja Pêncşemê da, hate ragihandin ku ev “Komên bi piştevaniya Îranê” ne tenê ji mirina welatiyên amerîkî berpirsyar in, her wiha aboriya Iraqê lawaz dikin, bi rêya nelirêtî û bazirganiya nifûsê çavkaniyên welêt talan dikin, nahêlin hikumetek li Iraqê ava bibe û bi vî rengî gefê li ewlekariya herêmî dixwin.

Di nava komên ku ketine ber pêkanînan de Tûgayên Hîzbûllahê (Ketaib Hîzbûllah) jî heye ku ji aliyê Washingtonê ve weke rêxistina terorê hate naskirin û dema dawî bi pevguhertina dîlgirtiyan kete rojevê.

Serokê DYAyê Donald Trump îdîa kiribû ku vê komê di berdana akademîsyena îsraîlî-rûs Elizabeth Tsurkov de rol lîstibû ku sala 2023yan hatibû revandin.

Her wiha Serokê Komîteya Olîmpiyatên Neteweyî ya Iraqê Akîl Muftîn û birayê wî Alî Muftîn jî ketin ber pêkanînan.

Pêkanîn wekî din li ser koma pîşesaziyê ya bi navê Muhadis General Company jî hate ferzkirin ku li sektora înşaet, çandinî, endezyarî û makîneyê dixebite.